21:53 11 Kanûn 2017
Zindî
    Amerîka - Ala Amerîkayê

    Wezareta Derve ya Amerîkayê: Daxwaza kurdan a referandumê rewa ye

    © Sputnik/ Natalya Seleverstova
    Amerîka
    Lînkê kurt
    Referandûma serxwebûna Kurdistanê (306)
    0 21

    Berdevka Wezareta Derve ya Amerîkayê Heathers Nauert di civîneke rojnamevanî de ji bo mijara referanduma Kurdistanê got: "Daxwaza kurdan a referanduma serxwebûnê rewa ye."

    Heathers Nauert di civîneke rojnamevanî ji bo sazkirina referanduma serxwebûna Herêma Kurdistanê got: "Amerîka rêzê li daxwaza rewa ya xelkê Kurdistanê digire. Em piştgiriyê li iraqeke federali, yekgirtî û bi îstiqrar dikin. Em ji daxwazên rewa yên xelkê Kurdistana Iraqê têdigihîjin."

    Li gorî nûçeya Rûdawê berdevka wezaretê Nauert di berdewamiya axaftina xwe de got: "Me dilgiraniyên xwe gihandiye berpirsên Kurdistana Iraqê ku sazkirina referandumê heta eger biryarek be ku pabendbûn jî pê ve nebe, di vê demê de me dûr dike ji karên me yên herî li pêş (ewlewiyetên me) ku têkişikandina DAIŞê, bi îstiqrarbûn, vegerandina xelkê aware, çareserkirin akrîza aborî ya herêmê û çareserkirina nakokiyên siyasî yên navxweyî yên herêmê ne."

    Berdevka wezaretê di dirêjiya axaftina xwe de got: "Em berpirsên herêmê teşwîq dikin ku gotûbêjê li gel hikûmeta Iraqê bikin, li ser wan arîşeyên giring ên ku di navbera Hewlêr û Bexdayê de hene û bo biryardan li ser pêwendiyên paşerojê yên Hewlêr û Bexdayê. Giringtirîn erkê me bi baweriya me weke hêzên hevpeymanan têkşikandina DAIŞê ye."

    Mijar:
    Referandûma serxwebûna Kurdistanê (306)

    Bi heman mijarî:

    Tarîxa referandum û hilbijartinên Herêma Kurdistanê diyar bû
    Ji Kurdistanê bo Îranê: Referandum û serxwebûn mafekî xwezayî ye
    'Li Herêma Kurdistanê Referandum û hilbijartinên giştî dê bi hev re bên çêkirin'
    Nêçîrvan Barzanî: Referandum mafê xelkê me ye
    Herdu partiyên Kurdistanê ji bo referandum û serxwebûnê li hev kirin
    Komele: Referandum mafê gelê kurd ê rewa ye
    Etîketan:
    Berdevka Wezareta Derve ya Amerîkayê, Referanduma Herêma Kurdistanê, Heathers Nauert, Amerîka, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de