23:01 26 Îlon 2017
Zindî
    Leşkerên Amerîkayê yên li Sûriyê

    Pentagon: Helîkopter û pîyadeyên Amerîkî di operasyona Reqqayê de beşdar in

    © AFP 2017/ DELIL SOULEIMAN
    Amerîka
    Lînkê kurt
    0 7490

    Berdevkê Wezareta Berevanîya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (Pentagon) Jeff Davis ragihand, di operasyona Reqqayê ya bi pêşengîya Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) tê kirin de, pîyadeyên deryavanî yên Amerîkî û helîkopterên DYAyê jî beşdarî kirin.

    hsd-qsd-hsdê
    © AFP 2017/ DELIL SOULEIMAN
    Berdevkê Pentagonê Davis li ser pirsa rojnamevanan eşkere kir ku di operasyona kontrolkirina Reqqayê de, helîkopterên Apache û ji bo piştgirîya hêzên hicûmê dikin jî pîyadeyên deryavanîyê yên Amerîkî beşdar bûne.

    Davis da zanîn, pîyadeyan obusên 155 milîmetrî yên M777 di operasyonê de bikar anîne.

    Wî herwiha da xuyakirin, ji Behra Spî jî ji keştîyên Hêzên Deryavanîya Amerîkayê êrîş li ser çeperên DAIŞê yên Reqqayê hatine kirin.

    Berî niha biryargeha hevpeymanîya navdewletî ragihandibû ku HSD di çarçoveya operasyona Reqqayê de gihîştiye nav bajarê Reqqayê.

     

    Bi heman mijarî:

    Navê 2 wîlayetên Iraqê tê guhertin
    Pûtîn bi emîrê Qeterê re axivî
    Generalê Sûrî: Krîza Qeterê dê derbe li muxalefeta Sûriyeyê bide
    Balafirên koalîsyonê li arteşa Sûrîyê xistin
    Mihemed Hecî Mehmûd: Ji bo referandûmê hewce nake parlamento kar bike
    Ebadî: Em li benda serdana Barzanî ne
    Sputnikê dîmenên şerê li Mûsilê parve kir
    Ji Kremlînê ji bo gotînên Cîgirê Serokê Amerîkayê bersiv hat
    Etîketan:
    Amerîka, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de