10:29 20 Îlon 2017
Zindî
    ABD Başkanı Donald Trump

    Trump: Di serdana min ê Rojhilata Navîn de serokan Qeter destnîşan kiribû

    © REUTERS/ Atef Safadi/Pool
    Amerîka
    Lînkê kurt
    0 2431

    Serokê Dewleta Amerîkayê Donald Trump got, "Di serdana min a vê dawiyê bo Rojhilata Navîn de, min teqez kiribû ku nabe piştgiriya madî bo îdeolojiya radîkal bê kirin. Serokan jî Qeter destnîşan kiribû. Binerin!"

    Piştî ku 'Erebistana Siûdî li gel 7 welatan bi hinceta ku "Qeter piştgiryê dide terorê têkiliyên xwe pê re qut kirin, Trump cara yekem derbarê mijarê da daxuyaniyek da.

    Trumpî ji ser hesabê xwe yê twitterê daxuyaniyek da û eşkere kir ku di serdana xwe ya Rojhilata Navîn de gotiye ku nabe piştgiriya madî bo "îdeolojiya tundrew" were kirin û serokan jî Qeter jê re destnîşan kiribû.

    Piştî qeyrana ku do dest pê kiribû,Berdevkê Wezareta Warastinê ya Amrîkayê (pentagon) Adrian Rankine Galloway gotibû, "Em piştgiriyê didin wê yekê ku hemû hevkarên me yên li herêmê, rageşiyê kêm bikin û di mijara ewlekariyê de di xalên hevpar de bigihêjin hev".

    Ji aliyê din ve, hatibû ragihandin ku dê ti guhertin di operasyonên Amerîkayê de çênebin ku li Efxanistan,'Iraq û Sûriyeyê bi rê ve dibe.

    ALÎKARÊI RÛHANÎ, TRUMP DESTNÎŞAN KIRIBÛ

    Alîkarê Serokomarê Îranê Hesen Rûhanî, Hemîd Ebû Telebî diyar kiribû ku Trump ji qeyrana li welatên kendavê berpirsyar e û wiha pê da çûbû: "Ew encamên dansa bi şûr bû".

    Bi heman mijarî:

    ‘Trump ji bo ‘Mûdaxeleya Rûsyayê’ beşeke taybet ava kir’
    Yekîtîya Ewropayê ji ber biryara Trump xemgîn bû
    Trump biryara vekişîna 'Peymana Kişwerîyê ya Parîsê' da
    Çîn bi awayekî eşkere Trump hişyar kir
    Berdevkê Serokomariya Tirkiyeyê: Rawestandina têkiliyan bi Qetarê re em xemgîn kirin
    Zarîf, bi Tirkiye û welatên cîran re krîza Qetarê axivî
    Etîketan:
    piştgirî, daxuyanî, krîza, Donald Trump, Amerîka
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de