06:09 24 Hezîran 2018
Xwepêşandana PYDê

CHP: PYD/YPG heke PKKê şermezar bike dê rêya pêwendîyan vebe

© AFP 2018 / Delil Souleiman
Amerîka
Lînkê kurt
0 24

Cigirê Serokê Partîya Komarî ya Gel (CHP) Ozturk Yilmaz ji bo destpêkirina danûstandina Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) bi Tirkiyê re şert danî.

Li gor nûçeya Hurrîyetê Ozturk Yilmaz li paytexta Amerîkayê Washingtonê ji rojnamevanan re da xuyakirin, "Rayêdarên Amerîkî hewil didin hevkarîya bi YPG/PYDê re wekî taktîkî û demkî nîşan bidin. Amerîka ji bo Tirkiyê zêde neşikîne ketiye hewildanekê. Em fêm dikin ku dixwazin zirar negihêje peywendiyên di navbera me û wan de."

Yilmaz di berdewamê got: "Em vê yekê dibêjin; Heke PYD bibêje ‘Em PKKê şermezar dikin û piştgirîya çalakiyên wê nakin' wê demê dibe ku Tirkiye rêya peywendiyan ji wan re veke. Rêveberiya Herêma Kurdistanê ya li Iraqê ji ber ku PKKê red dike me bi wan re rêyek vekiriye. Heman tişt çima ji bo Sûriyê jî nebe?"

 

Bi heman mijarî:

Pûtîn: Têkilîyên Rûsya-Azerbaycanê bi rihê şirîkatîyê geş dibin
Şandeya Denmarkî li Sûra Amedê hat astengkirin
Li Srî Lankayê 146 kesan di bobelatê de can da
Pisporê Amerîkî: Biryara biçekkirina YPGê Amerîka û Tirkiyê bi hev re daye
Serokê ENKSê: Em ê binpêkirinan bigihînin ber destê civaka navdewletî
'Îran dîrok û xwezaya Kurdistanê talan dike'
Etîketan:
Sûriye, Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de