04:45 26 Sibat 2018
Zindî
    Rex Tillerson

    Tillerson: Amerîka berpirsyariya derxistina agahiyên hesas digire ser xwe

    © REUTERS/ Kevin Lamarque
    Amerîka
    Lînkê kurt
    0 40

    Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Rex Tillerson ragihand ku hemû berpirsyariyên derbarê derxistina agahiyên hesas piştî êrişa Manchesterê ya welatê xwe digire ser xwe.

    Rex Tillerson, di serdana xwe yê ewil bo Londrayê paytexta Brîtanyayê de bi hevkarê xwe yê brîtanî Boris Johnson re hevdîtin pêk anî. Di rojeva Tillerson de nîqaşên derbarê agahiyên êrişa Manchesterê ku ji aliyê rayedar û çapameniya Amerîkayê ve hat parvekirin heye.

    Tillerson eşkere kir ku Amerîka ji bûyerê gelek xemgîn e û got: "Serokê Amerîkayê Donald Trump derbarê kesên ku agahiyan ji rayagiştî re parve kirine de lêkolîn daye destpêkirin û fermana destpêkirina doza edlî daye."

    Brîtanya piştî parvekirina agahiyan, demborî parvekirinên îstîxbaratî bi Amerîkayê re dabû rawestandin. Piştî sozdana Serokê Amerîkayê Donald Trump ji Serokwezîra Brîtanyayê Theresa May ku agahî bên parastin, dîsa dest pê kiribû.

    Bi heman mijarî:

    Tillerson bersiv da îdiayên 'amûra guhdarîkirinê' ya li Ofîsa Oval
    Tillerson: Rewşa pêwendîya me ya bi Rûsyayê re zirarê dide hemû dinyayê
    Çavuşoglu û Tillerson rewşa dawî ya Sûriyeyê axivîn
    Tillerson derbarê serdana Lavrov bo Amerîkayê de axivî
    Rûsya: Lavrov û Tillerson li ser danûstandinên her du welatan li hev kir
    Etîketan:
    êriş, derxistin, agahî, Theresa May, Donald Trump, Rex Tillerson, Amerîka
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de