15:04 12 Kanûn 2017
Zindî
    Dîrektorê Ajansa Îstixbarata Parastina Amerîkayê Vincent R. Stewart

    Ajansa Îstîxbarata Amerîkayê: Delîlên ku Rûsya piştgiriya çekan daye Talîbanê tine ne

    © REUTERS/ Yuri Gripas
    Amerîka
    Lînkê kurt
    0 21

    Dîrektorê Ajansa Îstîxbarat û Parastina Amerîkayê (DIA) General Vincent Stewart ragihand ku tu delîl tine ne Rûsya çek û alîkariya madî dane Talîbanê.

    Stewart li Komîteya Xixmetên Çekên Senatoya Amerîkayê axivî û got: "Rûsya bi Talîbanê re di nav têkiliyan de ne, hin nîşaneyên pêşniyarên Rûsyayê hene ku piştgirî bidin Talîbanê, lê min delîlên ku Rûsya piştgiriya çekan û madî dane Talîbanê nedîtiye."

    GENERALÊN AMERÎKÎ RÛSYAYÊ SÛCDAR KIRIBÛ, LAVROV JÎ DEREWANDIBÛ

    Fermandarê Hêzên Afxanîstanê ya Amerîkayê General John Nicholson û Fermnadarê Hêzên Hevalbend ya Ewropayê General Curtis Michael Scaparrotti îdia kiribûn ku Rûsya hevkariyê bi Talîbanê re li Afxanîstanê dike û piştgiriya çekan didin rêxistinê.

    Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov eşkere kiribû ku îdayên generalên amerîkî bêbingeh û deraw in.

    Bi heman mijarî:

    Amerîka: Têkilî di navbera êrişa Manchesterê û DAIŞê de nehat dîtin
    'Amerîka hê jî ji bo têkiliyên bi YPGê re nîqaşan dike'
    Wezareta rûsî: Êrişa Amerîka ya li dijî hêzên hikûmeta Sûriyeyê nayê qebûlkirin
    'Çavkaniya îstîxbarata ku Amerîka bi Rûsyayê re parve kir Îsraîl e'
    'Erdogan li hemberî eniya Amerîka-Rûs têk çû'
    Etîketan:
    talîban, çek, alîkarî, delîl, Vincent Stewart, Amerîka
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de