06:33 30 Gulan 2017
Zindî
    Hamdi Ulukaya

    Karsazê kurd nîjadperestê amerîkî têk bir

    © Foto: Wikipedia / Public Domain
    Amerîka
    Lînkê kurt
    0 16880

    Karsazê kurd ku li Amerîkayê xwediyê şirketa Chobani û hilberînerê mast e Hamdi Ulukaya doza ku li nîjadperestê amerîkî Alex Jones vekiribû qezenç kir.

    Pêşkêşvanê radyoya tundrew û xwediyê malpera înternetê ya bi navê infowarsê Alex Jones bêbextî li karsazê kurd Hamdi Ulukaya û li misilmanan kiribû. Ulukaya li hemberî vê bêbextiya Jones bêdeng nema got ‘nahêlim ne heqaret li min û ne jî li misilmanan were kirin' û li ser navê şirketa Chobaniyê doz vekir. Jones mecbûr ma ku bi xwediyê Chobaniyê Ulukaya re li hev bike.

    ‘BÊBEXTÎ LI ULUKAYA Û LI MISILMANAN KIR'

    Alex Jones li malpera xwe ya înternetê bi navê infowars û hisabên medya civakî vîdyo parve kiribû û gotibû ‘penaberên misilman destdirêjiyê li zarokan dikin' bûyereke destdirêjî ku di sala 2016an de li eyaleta Idahoyê qewimî bû vergerandibû kampanyaya dijberî penaberan. Jones dîsa di meha nîsanê de vîdyoyek parve kir û vêcarê jî bêbextî li xwediyê şirketa Chobanî Hamdi Ulukaya kir. Qaşo Ulukaya firsenda kar ji penaberên misilmanan re çêdike, penaber, sûc û tuberkulozê tîne bajarên Amerîkaye.

    Hamdi Ulukaya ji bo heqîqet derkeve holê li ser navê şirketa Chobani doz vekir û Jones mecbur ma ku bi Ulukaya re li hev bike. Jones hemû tweet û parvekirinên xwe yên ser medya civakî ku parve kiribûn paşve kişandin û lêborîn xwest.

    Bi heman mijarî:

    Karsazê Kurd Hamdî Ulukaya ket lîsteya 'Pêşengan' a Kovara TIME
    Karsazê kurd bû bergê kovara Fast Companyê
    Karsazê dewlemend bû Wezîrê Bazirganî yê Amerîkayê
    Belçikayê 15 sal cezayê girtîgehê li faîla karsazê tirk Fehriye Erdal birî
    Karsazê rûs ji xwe re li alîkarekî nêçîrvanê pokemonan digere
    Etîketan:
    Nîjadperestê amerîkî, Karsazê Kurd, Alex Jones, Hamdi Ulukaya, AmerÎka
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de