03:46 23 Tîrmeh 2017
Zindî
    Nûnerê Taybet ê Serokê Amerîka yê têkoşîna li dijî DAIŞê Brett McGurk

    McGurk: Biryara biçekkirina YPGê, rastetast ji Trumpî hat

    © REUTERS/ Muhammad Hamed
    Amerîka
    Lînkê kurt
    0 18150

    Nûnerê Serokê DYAyê bo têkoşîna li dijî DAIŞê Brett McGurkî diyar kir ku biryara biçekkirina YPGê, rasterast serokê DYAyê Donald Trumpî daye.

    Piştî Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Erdoganî serdana DYAyê kir, Tirkiyeyê xwestibû ku DYA Brett McGurkî biguherîne. Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê Mevlut Çavuşogluyî derbarê vê mijarê de wiha gotibû: "Brett McGurk di serdema Barak Obamayî de nûnerê taybet ê li dijî DAIŞê bû û hîn jî vê peywirê didomîne. McGurk biguhere dê baş bibe. McGurk rasterast piştgiriyê dide PKK û YPGê."

    "TIRKIYE HEVBENDEKî GIRING E"

    Hêjayî gotinê ye ku piştî vê daxwaza Çavuşogluyî, rayedarên DYAyê ragihandibû ku operasyona Reqayê dê bi YPGê re bi rê ve bibin û pişta McGurkî girtibû.

    "OBAMA DÊ ÇEKÊN GIRAN NEDANE"

    McGurk li Washingtonê daxuyaniyek da û diyar kir ku talîmata dana çekên giranê bo YPGê, rasterast ji aliyê Serokê DYAyê Donald Trumpî bi xwe daye. Herwiha McGurckî destnîşan kir ku dana çekên giran, di nav biryara serokê berê yê DYAyê Barack Obama de tine bû.

    Bi heman mijarî:

    Yildirim: Em ê ji ber YPGê neçin şerê Amerîkayê nekin
    Ertugrul Ozkok jî pêşniyara aştiya Tirkiye û YPGê kir
    Salih Muslim: Biryara dayîna çekan bo YPGê siyasî ye
    'Şandina çekan ji YPGê re, dê têkiliyên Enqere û Washingtonê aloz bikin'
    Pisporê Rûsî li ser çekdayîna YPGê: Trump jî Erdogan jî tawîzê nadin hev
    Etîketan:
    YPG, Brett McGurk, TIRKIYE, Tirkiye, DYA
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de