05:44 22 Tîrmeh 2017
Zindî
    USS Ronald Reagan

    Amerîkayê keştiya balafiran a duyemîn şand Nîvgirava Koreyê

    © REUTERS/
    Amerîka
    Lînkê kurt
    0 1041

    Amerîka keştiya balafiran a duyemîn şand Nîvgirava Koreyê. Hate ragihandin ku USS Ronald Reaganê ya hat şandin dê tetbîqat bi keştiya USS Carl Vinsonê re li herêmê pêk bîne.

    Gava hanê ya Washingtonê piştî ceribandina moşekê ya dawî ku Koreya Bakur ragihandibû bi serkeftî derbasbûye, hat. Îstîxbarata Amerîkayê derbarê ceribandina moşekê de eşkere kiribûn ku, moşek piştî pekandinê, bi kontrol vegeriya ye atmosfere.

    ROJA ŞÊŞEMÊ BI RÊ KET

    Di daxuyaniya Artêşa Amerîkayê de hat diyarkirin ku roja sêşemê piştî temîrê keştiya USS Ronald Reagan ji baregeha Yokosukayê Japonyayê ber bi Nîvgira Koreyê ve bi rê ketiye. Generalê amerîkî Charles Williams derbarê mijarê de daxuyanî da çapameniyê û got: "USS Ronald Reagan piştî temîrata dirêj, divê bi serkeftî entegreye komê bibe."

    BEŞDARÎ TETBÎQATÊ DIBE

    Hate ragihandin ku keştiya balafirên şer li Nîvgirava Koreyê dê beşdarî tetbîqatê bibe. Rayedarên artêşê agahî di derbarê mayîna keştiya balafiran li herêmê nedan.

    KEŞTIYA BALAFIRAN USS RONALD REAGAN

    Keştiya balafirê USS Ronald Reagan 332 metro dirêj e, bi kapasîteya dikare 60 balafirên şer û 4 hezar 539 muretebat barbike. Herwiha bihayê keştiyê jî 8.5 mîlyar dolariye.

    Bi heman mijarî:

    Ji Pûtîn û Abe bo nîvgirava Koreyê banga diyalogê
    Ji Kremlînê bangewaziya Nîvgirava Koreyê
    ‘Amerîka 3 keştiyên balafirên şer dişîne peravên Koreyê'
    Cara pêşiyê ye ku rayedareka Başûrê Koreyê çû Îranê
    Etîketan:
    tetbîqat, balafir, keştî, Charles Williams, Amerîka
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de