03:45 23 Tîrmeh 2017
Zindî
    Donald Trump - Recep Tayyip Erdogan / Washington 2017

    'Erdogan û Trumpî li hev kir ku li hev nekin'

    © REUTERS/ Kevin Lamarque
    Amerîka
    Lînkê kurt
    0 7051

    Serşêwirmendê Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdoganî, Ilnur Çevik li ser serdana Erdoganî bo DYAyê wiha got, "ev rastî derdikeve holê: Di têkiliyên Tirkiye û DYAyê de, rewşeke wiha heye ku ne xal û ne jî bêhnokan radike, rewş gellekî tevlihevtir e."

    Di nivîseke rojnameyeke tirkî de, Çevîkî got, "Gelekî diyar e ku Serokkomar Recep Tayyip Erdogan û hevkarê wî yê amerîkî(Serokê DYAyê) Donald Trump di civîna xwe de ya Qesra Spî de, nemaze di mijara dana çekan bo sêberên PYD/YPG/PKKê, perwerdekirina wan û hevkariya bi wan re ji bo paqijkirina Reqqayê ji DAIŞê, li hev kiriye ku li hev nekin…"

    Herwiha Ilnurî got, baş bû ku berî çûna Erdoganî, heyetên payebilind çûne û ew jî bûye sedem ku surprîzên nexweş li Qesra Spî çênebin û wiha pê de çû: "Di dawiya rojê de, ev derdikeve holê…bi kêmasî Trump wek Obama dê Tirkiyeyê nexapîne û tiştên ku dê neke, wek ku bike tevnagere… Lê ev rastî derdikeve holê: Di têkiliyên Tirkiye û DYAyê de, rewşeke wiha heye ku xal û ne jî bêhnokan radike, rewş gelllekî tevlihevtir e."

     

    Bi heman mijarî:

    Washington Post: Notek ji Erdogan û çeteyên wî re...
    HRF: Erdogan, tu ne bi xêr hatiyî
    Erdogan: Ji YPGê êriş werin em ê qaîdeyên angajmanê pêk bînin
    ‘Dema Erdogan qala YPGê kir Trump keniya'
    CHP: Serdana Erdogan a DYAyê ne serkeftî bû
    Zavayên Trump û Erdogan, dewletên wan bi rê ve dibin
    Di hevdîtinê de peyvên Erdogan şaş hatin wergerandin
    Etîketan:
    ypg, PKK, YPG, PYD, Ilnur Çevik, Recep tayyip Erdogan, Donald Trump, Tirkiye, DYA
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de