06:32 30 Gulan 2017
Zindî
    Fermandarê amerîkî û şervanên YPGê

    'Tirkiyeyê pere dane daku DYA çekan nede YPGê"

    © REUTERS/ Rodi Said
    Amerîka
    Lînkê kurt
    0 18734

    Berpirsekî berê yê birêveberiya Barack Obama eşkere kir ku sedema derengmayîna biçekkirina hêzên YPGê, Şêwirmendê Asayîşa DYAyê Michael Flynn bû ku Tirkiyeyê pere danê daku li dijî vê biryarê lobiyê bike.

    NBC Newsê ragihand ku berpirsekî payebilind ê birêberiya Obamayî ku nexwestiye navê wî bê eşkerekirin gotiye, birêveberiya Obamayî biryar daye ku hêzên kurdî ên li Sûriyeyê biçek bike lê Şêwirmendê Asayîşa DYAyê Flyyn di meha Rêbendanê de ji Suzan Rice xwestiye ku çekan nedin hêzên kurdî.

    Herwiha heman malperê ragihand ku hikûmeta Tirkiyeyê 500 hezar dolar dane Flynnî daku wê planê bi paş de bixe û wî jî ew plan bi paş de xistiye.

    Hêjayî gotinê ye ku birêveberiya DYAyê hîn jî rangihandiye ku Flynnî ev pere ji Tirkiyeyê nestendine.

    Bi heman mijarî:

    ‘Dema Erdogan qala YPGê kir Trump keniya'
    Amerîka çekên antî-tank dide YPGê
    Asayîşa Hewlêrê: Me ti şervanên biyanî yên YPGê negirtiye
    'Şandina çekan ji YPGê re, dê têkiliyên Enqere û Washingtonê aloz bikin'
    Mithat Sancar: Çekdayîna YPGê şaş tê nîqaşkirin
    Plana alîkariya çekên Amerîkayê bo YPGê çawa hat çêkirin?
    Etîketan:
    YPG, Michael Flynn, Tirkiye, DYA
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de