03:44 23 Tîrmeh 2017
Zindî
    Trump'ın vize yasağı kararını Seattle'da protesto eden eylemciler

    Li Amerîkayê hejmera binçavkirina penaberan ji sedî 38 zêde bû

    © REUTERS/ David Ryder
    Amerîka
    Lînkê kurt
    0 420

    Hat ragihandin ku li Amerîkayê hejmara binçavkirina penaberan zêde dibe û niha rêje gihîştiye ji sedî 38an.

    Li Amerîkayê rêjeya binçavkirina penaberan zêde dibe û tenê di navbera 22ê Rebendan û 29ê Nîsanê de ev reqem zêdeyî 40 hezarî ye.

    Li gorî doneyên Wekîlê Rêvebirê Îdareya Mihafiza Gumrik û Koçberiyê Thomas Homan di navbera 22ê Rebendanê û 29ê Nîsanê de hejmara kesên ku ji bo dersînorkirinê hatine binçavkirin li gorî salên borî ji sedî 38an zêdetir e û hejmar gihîştiye 41 hezar û 300 kesî. Li Amerîkayê di navbera 24ê Rebendan û 30ê Nîsanê de bi tawana ku li welat bi qaçaxî dimînin 30 hezar kes hatibû binçavkirin.

    Di sala 2016an de kesên ku hatibûn binçavkirin û derheqê wan de hikmê edlî tunebû 4 hezar û 200 bû, lê îsal ev reqem duqat bû û gihÎşte 10 hezar û 800 kesî.

    Bi heman mijarî:

    Trump bi medya Amerîkî re hêrs bû: Ez ne serokê we me
    Trump û Erdogan peyamên twitterê parve kirin
    Koşka Spî: Trump daneyên gefên ser DYA û Rûsyayê bi Lavrov re parve kir
    Mesrûr Barzanî: Rêveberîya Trump girîngîyeke mezin dide Kurdistanê
    Trump: Min ji ber sedemên mirovî ew agahî dan
    Etîketan:
    Wekîlê Rêvebirê Îdareya Mihafiza Gumrik û Koçberiyê, Thomas Homan, Amerîka
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de