10:20 24 Mijdar 2017
Zindî
    Avahiya wezareta karên derve ya Amerîkayê

    Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê bangî Balyozê tirk yê li Amerîkayê kir

    © AP Photo/ Luis M. Alvarez
    Amerîka
    Lînkê kurt
    0 3441

    Hate ragihandin ku Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê bangî Balyozê Washingtonê yê Tirkiyeyê Serdar Kiliç kiriye.

    Hate diyarkirin ku Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê ji ber pevçûnên li ber avahiya Balyozxaneya Washingtonê ya Tirkiyeyê bangî Balyozê tirk Serdar Kiliç kiriye. Rayedarên Amerîkayê metirsiya di derbarê bûyerê de ji balyoz re ragihandine.

    Li gorî nûçeya rojnameya Hurriyetê ku li Tirkiyeyê weşanê dike Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê bangî Balyozê Washingtonê yê Tirkiyeyê Serdar Kiliç kiriye.

    Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê daxuyanî di derbarê bûyerê de da û eşkere kir ku ji ber bûyerên ku hêzên ewlekariya tirk jî tevlî bûn ya li ber avahiya Balyozxaneyê, bifikar in.

    BERDEVKÊ WEZARETÊ DAXUYANÎ DA

    Berdevkê Wezareta Karên Derve Heather Nauert destnîşan kir ku bersiva azadiya fikr û ramanan tu wext divê tûndî nebe.

    Di dema serdana Serokomarê Tirkiyeyê bo Washingtonê de li ber avahiya Balyozxaneya tirk bûyer derketibû û di encamê de jî 9 kes birîndar bibûn.

    Bi heman mijarî:

    'Çavkaniya îstîxbarata ku Amerîka bi Rûsyayê re parve kir Îsraîl e'
    'Erdogan li hemberî eniya Amerîka-Rûs têk çû'
    Amerîka çekên antî-tank dide YPGê
    ‘Amerîka hevkariya bi Tirkiyeyê re naxwaze'
    Fermandarê Îranê: Divê Amerîka ji herêmê derkeve
    ‘Ji bo yekbûna hêzên Pêşmerge Amerîka, Îngîltere û Almanya rol dilîzîn'
    Etîketan:
    fikar, bûyer, balyoz, bang, Wezareta karên derve ya Amerîkayê, Heather Nauert, Serdar Kiliç, Amerîka
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de