05:45 22 Tîrmeh 2017
Zindî
    New York'ta araç yayaları ezdi

    Li New Yorkê otomobîlekê ajot ser peyayan: Kesek mir, 23 kes birîndar bûn

    © REUTERS/ Mike Segar
    Amerîka
    Lînkê kurt
    0 3231

    Wesayîtekê li Qada Timesê ya bajarê New Yorkê ya Amerîkayê da ser peyayan. Hate ragihandin ku di encamê de jineke 18 salî hat kuştin û 23 kes jî birîndar bûn.

    Bûyer li Qada Timesê ya navdar pêk hat. Şahidên bûyerê eşkere kirin ku ajokarê wesayîtê bi zanebûn daye ser peyayan

    Li gorî ragihandina Tîmên Agirkujiyê ya New Yorkê kesekî jiyana xwe ji dest daye û 23 kes jî birîndar bûne.

    Hêj nayê zanîn gelo bûyer êrişa terorîye an jî qezaye, lê hate eşkerekirin ku polêsan ajokarê wesayîtê desteserkirine.

    Wesayîta ku li Qada Timesê ya New Yorkê da ser peyayan
    © AP Photo/ Mary Altaffer
    Wesayîta ku li Qada Timesê ya New Yorkê da ser peyayan

    ​Polêsan, piştî bûyera ku bi saeta herêmî di saetên nîvro de pêk hat, li herêmê tevdîrên berfireh girtin. Çapameniya Amerîkayê ragihand ku li gorî daneyên destê polêsan de bûyer ne êrişa terorî ye.

    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de