05:41 25 Îlon 2017
Zindî
    Bûyerên ku li dema serdana Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan li Washingtonê qewimîn

    Washington Post: Notek ji Erdogan û çeteyên wî re...

    © REUTERS/ Joshua Roberts
    Amerîka
    Lînkê kurt
    0 11071

    Rojnameya Washington Postê ya amerîkî derbarê serdana Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdoganî ya DYAyê de nivîseke edîtoryal weşand.

    Rojnameya ku di roja serdana Erdoganî de nivîseke Fethullah Gulenî weşandibû, vê carê derbarê pevçûna li ber balyozxaneya Tirkiyeyê li Washingtonê weşand.

    Nivîs bi sernavê " notek ji Erdogan û çeteyên wî re: Li vir hûn nikarin li xwenîşanderan xin" bi îmzeya "lijneya weşanê" hat belavkirin.

    Di hinek beşên nivîsê de wiha hatiye gotin:
    "Serok(Donald) Trump vê hefteyê pêşwazî li Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdoganî kir û wiha diyar e ku ew zilamê bihêz ewqasî xwe li malê hîs kiriye lewra wiha fikiriye ku çeteyên wî dikarin li xwenîşanderên aştîhez xin bê ku kêşe derkeve."

    "Mixabin birêz Erdogan li Tirkiyeyê kariye dijberiyê biçewsîne lê ev tişt wî mafî nadiyê ku were vî welatî û êrîşî yek ji hêjdatirîn û bingehtirîn azadiyên vî welatê bike. Divê bi awayekî zelal bê diyarkirin ku ev reftar nayê qebûlkirin û nayê tolerekirin."

    Bi heman mijarî:

    Erdogan: Ji YPGê êriş werin em ê qaîdeyên angajmanê pêk bînin
    ‘Dema Erdogan qala YPGê kir Trump keniya'
    The Guradian: Erdogan destvala ji DYAyê vegeriya
    CHP: Serdana Erdogan a DYAyê ne serkeftî bû
    Zavayên Trump û Erdogan, dewletên wan bi rê ve dibin
    Di hevdîtinê de peyvên Erdogan şaş hatin wergerandin
    Etîketan:
    Washington Post, Donald Trump, Recep tayyip Erdogan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de