08:03 18 Kanûn 2017
Zindî
    Hevdîtina Donald Trump û Recep Tayyip Erdogan

    Zavayên Trump û Erdogan, dewletên wan bi rê ve dibin

    © AFP 2017/ Saul Loeb
    Amerîka
    Lînkê kurt
    0 51

    Nivîskarê Financial Timesê Gideon Rachman berî serdana Serokkomarê Tirkiyeyê bo DYAyê, derbarê civîna Erdogan û Trumpî de nivîsî.

    Rachmanî diyar kir ku herdû serok di gelek xalak de gelekî dişibin hev û wiha dewam kir: "Herdû jî serokên neteweperest in ku soz dane, welatên xwe careke din mezin bikin. Herdûyan birêveberiya welatî kiriye karekî nava malê, herdû jî zêde bi zavayên xwe Jared Kushner û Berat Albayrak bawer in."

    Herwiha nivîksarî bal kişand ser rewşa Erdogan û medyayê û wiha got: Divê amerîkî herî zêde ji wê wekheviya Trump û Erdoganî bitirsine ku hewlwesta herdûyan li himberî medyayê wek hev e."

    Rachman di berdewamiya nivîsa xwe de başê dikişîne ser DYAya Trumpî û Tirkiyeya Erdoganî ku ew jî dê encamên cuda bi xwe re bîne û wiha dibêje: Tiştê herî dilxweşker, ji amerîkiyan re, sîstem bi gelekî ji kesan girigtir e. Ya Tirkiyeyê, dîroka wê tijî derbeyên leşkerî ye û gelek caran demokrasî hatiye asêkirin lewra saziyên wan ji DYAyê qelstir in."

    Bi heman mijarî:

    Trump û Erdogan peyamên twitterê parve kirin
    Senatorên Amerîkî ji bo serdana Erdogan ji Trump re name nivîsand
    Hevdîtina Erdogan û Trump di 16ê Gulanê de ye
    ‘Trump operasyona Reqqayê ya bi YPGê re dê li Qesra Spî ji Erdogan re ragihîne'
    ‘Trump ji bo operasyona Reqqayê li benda serdana Erdogan e'
    Trump ji ber serkeftina referandûmê Erdogan pîroz kir
    Etîketan:
    Donad Trump, recep Tayyip Erdogan, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de