04:29 16 Kanûn 2017
Zindî
    Donald Trump - Sergey Lavrov

    ‘Kaniya îstîxbarata ku Amerîkayê bi Rûsyayê re parve kir Îsraîl e'

    © Foto: Rusya Dışişleri Bakanlığı
    Amerîka
    Lînkê kurt
    0 40

    Li gorî îdîayan, agahiya îstîxbarata ku Serokê Amerîkayê Donald Trump bi Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov re parve kir ji Îsraîlê hatiye.

    Serokê Amerîkayê Donald Trump li Qesra Spî bi Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov re hevdîtinek pêk anîbû û piştî hevdîtinê gotibû ‘min hinek rastiyên terorîzm û ewlehiya firînê parvekirin.' Piştî daxuyaniya Trump her kesî kaniya îstîxbaratê meraq kir.

    Rêvebiriya Amerîkayê 8 welatên ku Tirkiye jî di nav de di dema firînê de qedexeya qabînê sepandibû. Li gorî nûçeya New York Timesê kaniya vê îstîxbarata qedexeya qabînê Îsraîl e. Li gorî agahiyan Îsraîlê agahiyeke îstîxbaratî ku ‘DAIŞ wê bi compîterên destan êrişa terorî pêk bîne' gihande Amerîkayê.

    ÎSRAÎL Û AMERÎKA HÊ JÎ DERBARÊ NÛÇEYÊ DE BÊDENG IN

    Herwiha Balyozê Îsraîl yê li Washîngtonê Ron Dermer di daxuyaniya xwe de got: "Baweriya me bi hevkariyên îstîxbaratî yên navbera Amerîka û Îsraîlê tam e." Lê Dermer derheqê îdîaya rastbûna nûçeya New York Timesê de şîrove nekir.

    Herwiha sîxurê CIAyê John Kiriakou jî di hevpeyvîna xwe ya El Cezîreyê de got: "Ji bo ku îstîxbarat ji Îsraîlê hatiye hinekî bi guman e. Heke ev agahî ji Tirkiye an jî ji Ûrdinê bihata maqultir dibû. Dibe Îsraîl ji bo berjewendiya xwe xwestibe kare rêyên hewayî yên Rojhilata Navîn xira bike."

    Bi heman mijarî:

    Koşka Spî: Trump daneyên gefên ser DYA û Rûsyayê bi Lavrov re parve kir
    Lavrov û Trump hevdîtin pêk anîn
    Lavrov: Hevdîtina Pûtîn û Trump ji bo encamên berçav pêwîstiyek e
    'Lavrov û Trump di hevdîtina xwe de çekdayîna YPGê axivîn'
    Etîketan:
    Wezîrê Derve yê Rûsyayê, Serokê Amerîkayê, John Kiriakou, Sergey Lavrov, Donald Trump, Îsraîl, Rûsya, Amerîka
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de