15:35 21 Hezîran 2018
Recep Tayyip Erdogan û Donald Trump

Di hevdîtinê de peyvên Erdogan şaş hatin wergerandin

© REUTERS / Kevin Lamarque
Amerîka
Lînkê kurt
0 32

Rojnamevan İlhan Tanir bal kişand ser şaşiyên wergerê ya hevdîtina Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan û Serokê Amerîkayê Donald Trump.

Li gorî nûçeya rojnamevan İlhan Tanir ku dispêre ‘Washîngton Hattı' ragihand ku Erdogan di axaftina xwe de ‘di mijara prensîbên tekoşîna rexistinên terorîst de em hêvî dikin ku şaşiyên berê hatine kirin ji bo rastbûna wan gav were avêtin' got, lê têcirman di wergera hewokê de ji bo Trump got ‘di nava îmkanên prensîbî de tekoşîna ku li hemû dinyayê ji bo rêxistinên terorîst tê meşandin de em jî dê xeletiyên ku me berê kirine dubare nekin û di vê rê de em ê bi hev re bixebitin."

Serokê Amerîkî Trump piştî guhdariya vê hevokê sere xwe hejand û ji hevokên ku hatibûn gotin kêfxweş bû.

Erdogan di hevoka xwe ya din de ‘mijara muxetabgirtina rêxistina terorîst a PYD/YPGê ji terefê kîjan dewletê ve muxetab were girtin li dijî peymana kûrewî ye' got, lê di wergera hevokê de peyva ‘rêxistina terorîst' nehat bikaranîn û peyva ‘muxetab girtinê' jî wekî ‘fikirîn' hat gotin.

Bi heman mijarî:

Trump û Erdogan peyamên twitterê parve kirin
Hevdîtina Erdogan û Trump di 16ê Gulanê de ye
Çavuşoglu: Berî Zîrweya NATOyê wê Erdogan û Trump hevdîtinekê pêk bînin
Pisporê alman: Ewropa ji Pûtîn Erdogan û Trump bifikar in
Erdogan û Trump wê hevdîtinê bikin
Etîketan:
Serokê AmerÎkayê, Serokomarê Tirkiyeyê, Donald Trump, Recep Tayyip Erdogan, Tirkiye, Amerîka
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de