15:39 18 Kanûn 2017
Zindî
    Nikki Haley

    Haley tund axivî: Ya hûn hevalê me ne an jî hûn ê Koreya Bakur in

    © AP Photo/ Seth Wenig
    Amerîka
    Lînkê kurt
    0 42

    Nûnera Daîmî ya Amerîkayê li Neteweyên Yekbûyî Nikki Haley ji bo welatên ku piştgiriyê dide Koreya Bakur ku moşekên balîstîk diceribîne got: "Ya hûn hevalê me ne an jî hûn ê Koreya Bakur in."

    Nûnera amerîkî Nikki Haley ji bo welatên ku piştgiriyê dide Koreya Bakur ku moşekên balîstîk û nûkleerî diceribîne got: "Ya hûn hevalê me ne an jî hûn ê Koreya Bakur in. Welatên ku piştgiriyê didin Koreya Bakur em ê mueyîdeyan li ser wan bisepînin."
    Koreya Bakur di 13ê Gulanê de dîsa moşekeke balîstîk ceribandibû û Konseya Ewlehî ya Neteweyên Yekbûyî (KENY) jî banga civîneke awarte kiribû.

    ‘JI BO HER KESÎ TEHDÎD E'

    Berî civîna KENYê nûnera amerîkî Nikki Haley di axaftina xwe ya rojnamevanî de got: "Koreya Bakur li pey hev moşekên balîstîk û nûkleerî diceribîne û ev ji bo hemû welatên tehdîdeke rasteqîn e."

    Haley di berdewamiya axaftina xwe de got: "Heke ceribandinên moşekî werin rawestandin Amerîka amade ye bi Koreya Bakur re dest bi hevdîtinan bike. Divê Rûsya jî ji ceribandinên moşekî yên Koreya Bakur metirsîdar be. Ya hûn ê piştgiriya Koreya Bakur bikin an jî hûn ê piştgiriya me bikin. Welatên ku piştgiriya Koreya Bakur bikin em ê mueyîdeyan li ser wan bisepînin."

    Bi heman mijarî:

    Haley: Em piştgiriyeke tam didin çareseriya du dewletî
    Hackeran gef li Rûsya, Çîn, Îran û Koreya Bakur xwar
    Koreya Bakur dîsa hat şermezarkirin
    Koreya Bakur: Me moşekeke nû ya nûkleerî ceriband
    KENY, piştî ceribandina moşeka Koreya Bakur bi rewşa awarte dicive
    Etîketan:
    Ceribandinên moşekên nûkleerî, Konseya Ewlehî ya Neteweyen Yekbûyî (KENY), Nûnera Daîmî ya Amerîkayê li Neteweyên Yekbûyî, Nikki Haley, Koreya Bakur, Amerîka
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de