19:00 25 Hezîran 2018
Retired U.S. Marine Corps General James Mattis testifies before a Senate Armed Services Committee hearing on his nomination to serve as defense secretary in Washington, U.S. January 12, 2017

Amerîkayê dilê Tirkiyê xweş kir

© REUTERS / Jonathan Ernst
Amerîka
Lînkê kurt
0 31

Piştî krîza YPGê di navbera Amerîka û Tirkiyeyê de hevdîtina ewil li Londrayê pêk hat. Wezîrê Parastin a Amerîkayê Mattis di mijara ewlehiyê de temînat da Serokwezîrê Tirkiyeyê Binali Yildirim.

Amerîka piştî biryara çek dayîna YPGê bo operasyona rizgar kirina Raqayê, carek din temînat di mijara ewlehiyê de da Tirkiyeyê.

Binali Yildirim beşdarî Konferansa Somaliyê ya li Londrayê paytexta Brîtanyayê bû û li vir bi Wezîrê Parastin a Amerîkayê James Mattis re hevdîtin pêk anî.

Bedevkê Pentagonê eşkere kir ku Mattis di hevdîtina Londrayê de teminata di mijara parastina Tirkiyeyê de dubare kiriye.

Piştî biryara YPGê Pentagon û Qesra Spî daxuyaniyên xwe de teminat dabûn Tirkiyeyê.

'ERDOGAN EZ Ê MIJARÊ JI TRUMP RE RAGIHÎNIM'

Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan daxuyaniya xwe yê doh de diyar kiribû ku fikarên div ê mijarê de yên Tirkiyeyê dê di serdana xwe yê Amerîkayê de bo Serokê Dewleta Amerîkayê Donald Trump re ragihîne.

Bi heman mijarî:

Çekên bi êlêktronik ya rûsî çava bo Sûriyê hatine derbaskirin
Berdevka YPJê: Em ê çekan li dijî Tirkiyeyê bikar neyînin
Berpirsa YPJê: Bi şerê me yê li dijî DAIŞê, Tirkiye jî hat parastin
Tirkiye: Me bi serkeftî moşeka menzîldirêj ceriband
Etîketan:
mijar, çek, ewlehî, YPG, James Mattis, Binali Yildirim, Donald Trump, Brîtanya
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de