01:51 25 Hezîran 2018
Hakan Fidan û Hulusi Akar

Tirkiye kengî biryara çekşandina Amerîka bo YPGê bihîst?

© REUTERS / Osman Orsal
Amerîka
Lînkê kurt
0 70

Li gorî îdîaya rojnameya New York Timesê, Hulusî Akar, Îbrahîm Kalin û Hakan Fîdan ji bo ku Amerîka çekan ji YPGê re neşîne çûbûn Washîngtonê, lê ji Qesra Spî fêr bûn ku zû ve biryara çekşandinê hatiye dayîn.

Li gorî nûçeya rojnameya Duvarê, Sererkanê Giştî Hulusî Akar, Şêwirmendê Serokomariyê Îbrahîm Kalin û Misteşarê MÎTê Hakan Fîdan ji bo ku Amerîka çekan ji YPGê re neşîne û Qesra Spî qanih bikin hefteya borî çûbûn Amerîkayê. Piştî çûna heyeta rayedarên tirk, rêvebiriya Amerîkayê êvara sêşema borî biryara çekşandinê ji YPGê re bi fermî îlan kir. Li gorî rojnameyê berî ku biryara fermî were dayîn Qesra Spî rayedarên Tirkiyeyê agahdar kirin.

Rojnameya New York Timesê di nûçeya xwe de ragihand ku şêwirmendê Ewlehiya Neteweyî yê Serokê Amerîkayê Donald Trump General Herbert Raymond McMaster biryara çekşandina YPGê ji Akar, Kalin û Fîdan re got. Hevdîtin 8ê Gulanê roja duşemê hat kirin. Piştî ku rêvebiriya Amerîkayê Tirkiye agahdar kir bi rojekê biryara fermî derxist.

Li gorî Timesê mîsyona Akar, Kalin û Fîdan qanihkirina Amerîka ya çekneşandina YPGê bû, lê paşî fêr bûn ku biryara çekşandinê ji zû ve hatiye dayîn.

Bi heman mijarî:

Kalin, Akar û Fidan serdana Amerîkayê dikin
Amerîka: Piştî êrişa Şingal û Rojava me Akar bi xwe hişyar kir
Sererkanê Artêşa Tirk Hulusi Akar çû Amedê
Sererkanê tirk Akar serdana Îtalyayê kir
Fermandarê Amerîkî: Dibe ku dayîna çekên YPGê destpê kiriye
Etîketan:
Rojnameya New York Timesê, Çekşandina Amerîka ji bo YPGe, MÎT, Sererkanê Giştî yê Tirkiyeyê, YPG, Hakan Fîdan, Hulusî Akar, Tirkiye, Amerîka
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de