12:52 22 Çile 2018
Zindî
    Donald Trump - James Mattis

    Mattis: Şeytan di hurgiliyan de veşartî ye

    © REUTERS/ Mike Segar
    Amerîka
    Lînkê kurt
    0 01

    Wezîrê Derve yê Amerîkayê James Mattis li ser biryara Rûsya, Tirkiye û Îranê ya avakirina navçeyên aram li Sûriyê şik û gumanên xwe anîn ziman û got, ‘Şeytan di hurgiliyan de veşartî ye. Pêwîst e em li hurgiliyan binêrin.’

    Mattis peymana navbera Rûsya, Tirkiye û Îranê ya 4ê Gulanê ku li ser herêmên bêpevçûn li Sûriyê îmze kirine bibîr xist û wiha got: "Hemû di taliyê de bidawî dibin û ev demeke dirêj e em li ser nirxandinan dikin ku vî şerî bidawî bînin. Lewma jî em ê li pêşniyarê û bikêr hatin yan jî li bikêr nehatina wê binêrin."

    Wezîrê Amerîkî bal kişand ser nediyariya ewlehiyê û komên beşdarî herêmên ewle dibin û got, ‘Şeytan di hurgiliyan de veşartî ye. Pêwîst e em li hurgiliyan binêrin.'

    Mattis herwiha da xuyakirin ku Sererkanê Amerîkayê General Joseph Dunford rojek berê digel hevpîşeyê xwe yê Rûsî hevdîtin kiriye û da zanîn, "Ev mijar hat rojevê, lê hîn gelek hurgiliyên werin zelalkirin hene."

    Bi heman mijarî:

    DAIŞ ji Bendava Firatê ve êrişî HSDê dike
    Ji bo parlamentara HDPê Konca biryara girtinê
    Keçekê ji Einstein û Hawking zîrektir li Brîtanyayê hat dîtin
    Tirkiye dîwar li ser sînorê xwe Îranê lêdike
    Barzanî pîrozî li Macron kir
    Tillerson derbarê serdana Lavrov bo Amerîkayê de axivî
    Walîyê Şamê Sabban: Hezar mîlîtan Şamê terikandin
    Li Rûsyayê bi 600 wesayîtan şiklê ‘Madalya ya Şer' bo Cejna Serkeftinê çêkirin
    Etîketan:
    Sûriye, Amerîka
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de