14:29 19 Îlon 2017
Zindî
    Herêma Arktikê

    Amîralê amerîkî: Rûsya li herêma Arktikê Amerîka mat kiriye

    © Sputnik/ Alexei Druzhinin
    Amerîka
    Lînkê kurt
    0 1610

    Li gorî kovara Politicoyê ku dispêrê Fermandarê Rêxistina Ewlehî ya Qeraxên Amerîkayê Amîral Paul F. Zukunft, Rûsyayê li herêma Arktikê Amerîka mat kiriye.

    Fermandarê Rêxistina Ewlehî ya Qeraxên Amerîkayê Amîral Paul F. Zukunft di axaftina xwe de ragihandiye ku her diçe bandora Amerîka li herêma Arktikê kêm dibe û Rûsya jî potansiyel û hebûna xwe ya leşkerî û pîşesazî zêdetir dike.

    Li gorî kovarê Amîral Paul F. Zukunft li Washîngton DCyê di konferansa Navenda Lekolînên Navneteweyî û Stratejîk de got: Derfetên teknîkî yên di desten Amerîkayê de ji bo îslahkirina herêmên bakur kêm e. Di filoya ‘buzkiran' a Rûsyayê de 40 keştî hene, yên Amerîkayê tenê jî 2 heb in."

    Zukunft di berdewamiya axaftina xwe de got: "Welatên ku li herêma Arktikê berjewendiya wan hene ji bo ku bigihîjin Rûsyayê pêwistiya wan bi demeke dirêj heye. Lê hebûna Moskowayê li wir ne ji bo tekoşîn û reqîbbûna jeopolîk, ji bo berjewendiyên xwe yên ekonomîk hebûna xwe zêdetir dike."

    Amîralê amerîkî di dirêjiya axaftina xwe de got: "Li herêma Arktikê qeşa dihele û derfetên ji bo derxistina kanayan jî vedibe. Nija li textê setrence hemû fîgur hene û yê me jî ne tenê piyon û qaleya me heye. Heke em li lîstika setrenc a Arktikê binerin, em ê serê pêşî fêhm bikin ku Rûsyayê em mat kirine."

    Bi heman mijarî:

    Rûsya û Amerîka amadene memorandûma bo firînên li Sûriyeyê bixin meriyete
    Erdogan: Me Amerîka, Rûsya û Herêma Kurdistanê ji operasyonê agahdar kir
    Îzvestiya: Rûsya û Amerîka ji bo peymana qada hewayî ya Sûriyeyê dîsa li hev kirin
    Rûsya: Amerîka, Îngilistan û Fransa ji bo çûna Esad fikrsabît in
    Dê Amerîka ji bo Sûriyê li ser Rûsya û Îranê fişarê bike
    Lavrov: Rûsya û Amerîka dikarin bi hev re careke din li Sûriyê kar bikin
    Etîketan:
    Navenda Lekolînên Navneteweyî û Stratejîk, Fermandarê Rêxistina Ewlehî ya Qeraxên Amerîkayê, Paul F. Zukunft, Arktik, Amerîka
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de