06:38 18 Hezîran 2018
Kuzey Kore lideri Kim Jong-un- ABD başkan aday adayı Donald Trump

Trump: Koreya Bakur bêhurmetî li daxwaza serokê Çînê kir

© REUTERS / Lucas Jackson
Amerîka
Lînkê kurt
0 40

Serokê Dewleta Amerîkayê Donald Trump bertek nîşanî ceribandina moşeka balîstîk a Koreya Bakur da û ragihand ku Pyongyang bêhurmetî li Pekînê kiriye.

Bertekên li dihî ceribandina moşeka balîstîk yê nû ya Koreya Bakur dewam dikin. Fermadariya Hêzên Pasîfîk a Amerîkayê (PACOM) bi daxuyaniyekê eşkere kir ku moşeka menzil kurt KN-17 li 35 dûrî balafirgeha Pukchangê ketiye.

Ji aliyê din ve piştî ceribandina moşekê ya biserneketî ya Koreya Bakur Serokê Amerîkayê li ser heseba xwe ya twitterê bertek nîşanî ceribandinê da û got: "Koreya Bakur bi ceribandina moşeka balîstîk a îro bêhurmetî li daxwaza Çînê û serokê dewleta wî yê rêzdar (Şi Cinping) kiriye.

TILLERSON: ÇÎNÊ GEF LI KOREYA BAKUR XWAR

Divê navberî de Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Rex Tillerson ji kanala Fox Newsê re axivî û destnîşan kir ku Çîn, eger ceribandinekê moşekên nukleerî pêk bê, bi mueyîdeyê Koreya Bakur tehdît kir.

Bi heman mijarî:

Donalt Trump: Şerê Amerîka û Koreya Bakur îhtîmaleke mezin e
Tillerson: Çînê ji bo ceribandinên nûkleerî Koreya Bakur hişyar kir
Koreya Bakur tetbîkatan dike, noqava nukleer ya Amerîkayê jî li herêmê ye
Ji Koreya Bakur bo Amerîka: Em amade êrişî keştiya şer bikin
Rûsya: Tevgera leşkerî ya li sînorê Koreya Bakur parçeyekî tedbîkatê ye
Etîketan:
bêhurmetî, balîstîk, moşek, ceribandin, bertek, Rex Tillerson, Donald Trump, Amerîka
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de