13:44 21 Hezîran 2018
Fermandarê amerîkî û şervanên YPGê

Amerîka: Em hevdîtin bo rageşiyên li Rojava û Şingalê pêk tînin

© REUTERS / Rodi Said
Amerîka
Lînkê kurt
0 41

Piştî êrişa hewayî ya li hemberî Çiyayê Şingalê û Rojava ya balafirên şer ên Tirkiyeyê, Wezareta Parastin a Amerîkayê ragihand ku hevdîtin bi armanca kêmkirina rageşiya li her du herêman pêk tînin.

Şaxa çapameniya Pentagonê ji NRTê re axivî û got: "Haya me jê heye, em geşedanan dişopînin. Em bo kêmkirina rageşiyên li Şingalê û Rojava hevdîtinan pêk tînin."

Şewirmendên leşkerî yên amerîkî ya li Rojava serdana baregehên YPGê yên ku hatin xistin, kirin.

Hêzên Çekdar ên Tirkiyeyê (TSK) eşkere kiribû ku operasyona hewayî li dijî hedefên PKKê yên li herêmên Çiyayê Qereçox ya Rojava û Çiyayê Şingalê pêk anîne ne.

Ajansa Reutersê destnîşan kir ku 18 YPGiyan di êrişê de jiyana xwe ji dest dane, Wezareta Pêşmerge jî daxuyandibû ku di êrişa hewayî de 5 pêşmerge jiyana xwe ji dest dane, 9 pêşmerge jî birîndar bûne.

Bi heman mijarî:

KCD, DBP, KJA HDP: Êriş li dijî destkeftiyên hemû kurda û hêzên koalisyonê ye
Îdîaya fermanderekî DYAyê çû serdana YPGyiyên li cihê bombebaranê
YNK: Yek xwediyek Şingalê heye ew jî Hikumeta Kurdistanê ye
DBPê ji bo Şingal û Rojava banga çalakiyên lezgîn kir
Li Tirkiyeyê 77 zarok û ciwan di girtîgehan de xwe kuştin
5 partiyên kurd bi daxuyaniyeke hevpar êrişa Tirkiyeyê şermezar kirin
Etîketan:
pêşmerge, YPG, hewayî, êriş, rageşî, Pentagon, Amerîka
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de