20:33 26 Gulan 2018
Carter Page

Ji CNNê îdîaya ku ‘Rûsya ji bo mudaxeleya hilbijartinan bike şêwrimendên Trump bi kar anîn

© AP Photo / Pavel Golovkin
Amerîka
Lînkê kurt
0 20

Televîzyona CNNê îdîa kir ku Bûroya Lêpirsîna Federal (FBI) ji bo xebata sîxurên rûsî ku di hilbijartina Amerîkayê de xwestin şêwirmendên Donald Trump bi kar bînin îstîxbaratê berhev dike.

CNNê di nûçeya xwe de ku dispêrê hinek berpirsan, yek ji şêwirmendê Trump ku sîxurên rûsî dixwestin wî bi kar bînin jî Carter Page bû. Li gorî berpirsan, dibe Page ji ber şêweyê xebata xwe ne di ferqa wê de be ku sîxurên rûsî wî bi kar bînin. Li gorî FBIyê, Page di Hezîrana 2016an de li Moskowê polîtîkaya Amerîka ya Rûsyayê rexne kiribû û dibe ji wê demê û vir ve sîxurên rûsî pê re ketibin pêwendiyê.

Berî niha BuzzFeedê jî di nivîsa xwe de gotibû ‘Page bi xebatkarekî îstîxbaratê yê rûsî Vîktor Podobniy re hevdîtinek pêk anî. Page jî di bersivdayîna xwe de gotibû ‘ez di civîneke enerjiyê de bi Podobniy re hatim cem hev û min tiştekî ku bi zerar be jê re negotiye.

Heta niha Moskowa îdîayên ku bi ekîba Donald Trump re têkiliyên wan hene û mudexaleya hilbijartina Amerîkayê kirine bi tu awayî qebûl nake û red dike.

Bi heman mijarî:

Sîmonyanê ji Googleê re: Yên CNN û BBCyê, 'dayika xwe' û nûçeyên derewn vavêr nakin
CNN: Trump difikire ku li Sûriyeyê operasyona leşkerî li dar bixe
RTyê weşanên wek CNN û BBCyê li pey xwe hiştin
CNN: Îstîxbarata Amerîkayê difikire ku balyozê rûsî Kîslyak ajan e
Koşka Spî CNN, BBC, New York Times û çend dezgehên mezin ên medyayê qedexe kir
Etîketan:
îdîaya ku Rûsya mudaxeleya hilbijartina Amerîkayê kiriye, Şêwirmendê Donald Trump, Vîktor Podobniy, Carter Page, Rûsya, Amerîka
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de