20:21 24 Hezîran 2017
Zindî
    Cezayê îdamê

    'Ez dixwazin ev îdam werin kirin, biryar a dadgehê ye'

    © AP Photo/ Trent Nelson, Pool, File
    Amerîka
    Lînkê kurt
    0 6840

    Li eyaleta Arkansasê digel ku qanûnan destûr didan jî ev 12 sal bûn cezayê îdamê nedihat pêkanîn. Duhî piştî 12 salan kesek hat îdamkirin.

    Li gorî nûçeyên ku di çapameniya Amerîkayê de cih girtine, ji sala 2005an ve li eyaleta Arkansasê cezayê îdamê nayê sepandin, lê piştî 12 salan duhî kesekî bi navê Ledell Lee hat îdamkirin.

    Ledell Leeyê 51 salî di sala 1993an de ji cinayeta Debra Reese ceza xwaribû û hat ragihandin ku duhî berî cezayê wî têkeve bihurîna demê bi 4 deqîqeyan cezayê wî hat înfazkirin.

    ‘EZ DIXWAZIM EV ÎDAM WERIN KIRIN'

    Herwiha hefteya borî li eyaleta Arkansasê nûçeyên ku di nava 11 rojan de wê biryara îdama 8 kesan were dayîn bibû sedema nîqaşan. Nîqaş jî herî zêde li ser şêweyên îdama yên derziyên jahrî hatibû kirin.

    Ji aliyê din ve Waliyê Arkansasê Asa Hutchinson di axaftina xwe ya ji bo îdaman de gotibû: "Qurbanên van sûcdaran ev 25 sal in di nava gabûsan de ne û niha dema edaletê ye. Ez dixwazin ev îdam werin kirin, lê herî dawî jî biryar a dadgehê ye.

    Bi heman mijarî:

    Almanya: Îdam xeta me ya sor e
    Rejima Îranê di nava salekê de nêzîkî 140 kurd îdam kirin
    Îranê girtiyekî kurd bi navê Tahir Seîdî îdam kir
    Rejima Îranê kurd jî di nav de 20 kes îdam kirin
    DAIŞê 17 kes îdam kir
    Etîketan:
    Cezayê îdamê li Amerîkayê tê sepandin, Waliyê Arkansasê, Asa Hutchinson, Ledell Lee, Eyaleta Arkansasê, Amerîka
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de