10:29 22 Tebax 2017
Zindî
    ABD Başkanı Donald Trump

    Ji Trump şîroveya peymana nûkleerî ya Îranê: Divê ew peyman nehata îmzekirin

    © REUTERS/ Joshua Roberts
    Amerîka
    Lînkê kurt
    0 2131

    Serokê Amerîkayê Donald Trump di axaftina xwe ya peymana nûkleerî ya Îranê de ragihand ku peymaneke berbad bû, divê tucarî nehata îmzekirin.

    Donald Trump
    © REUTERS/ Joshua Roberts
    Serokê Amerîkayê Donald Trump piştî hevdîtina bi Serokwezîrê Îtalyayê Paolo Gentiloni re li Qesra Spî civîneke çapamenî li dar xist û derheqê peymana nûkleerî ya Îranê de şîroveyeke balkêş kir. Trump di axaftina xwe de got: "Îran li gorî rihê peymana nûkleerî tevnagere. Di pêşerojê de em ê çend tiştên nû bikin. Lewma ev peyman pir berbad bû."

    ‘EV PEYMANA HERÎ XIRAB E KU EZ DIBÎNIM'

    Trump di berdewamiya axaftina xwe de got: "Em ê temaşe bikin bê em dikarin çi bikin. Bi vê peymanê xerabiyeke pir mezin dikin. Lewra ev peymaneke pir berbad bû. Divê tucarî nehata îmzekirin. Ew şêweyê muzakereyan şaş bû. Ez piştgiriya hemû peymanan dikim, lê ev peyman pir xirab e. Ev peymana herî xirab e ku ez dibinim. Lewra Îran ne li gorî rihê peymanê tevdigere. Em mijarê pir bi baldarî analîz dikin û hetanî demeke kin di vî warî de em ê çend titan bêjin."

    Bi heman mijarî:

    'Em amade ne hevdîtina Pûtîn û Trump saz bikin'
    Çavuşoglu: Berî Zîrweya NATOyê wê Erdogan û Trump hevdîtinekê pêk bînin
    Amerîka: Telefona Trump nayê wateya qebûlkirina encamên referandûmê
    Trump ji ber serkeftina referandûmê Erdogan pîroz kir
    Trump zarokekî 'xeyalşkestî' kir
    Etîketan:
    Serokwezîrê Îtalyayê, Peymana nukleerî ya Îranê, Serokê AmerÎkayê, Paolo Gentiloni, Donald Trump, Îran, Amerîka
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de