20:22 24 Hezîran 2017
Zindî
    CIA

    ‘CIA û FBI ketin nêçîra sîxuran'

    © AP Photo/ J. Scott Applewhite
    Amerîka
    Lînkê kurt
    0 2530

    Heta niha bi hezaran belgeyên veşartî û îstîxbaratî yên aîdî Rêxistina Îstîxbarata Navendî ya Amerîkayê (CIA) hatin belavkirin. Gelo ev sîxurên WikiLeaksê kî ne?

    Ev sîxurên WikiLeaksê ku bi hezaran belgeyên girîng ên îstîxbaratî îfşa kirin kî ne? Li gorî çapameniya Amerîkayê sazî û dezgehên îstîxbaratî yên Amerîkayê ji bo bersiba vê pirse bibînin di nava CIAyê de dest bi nêçîrê kirin.

    Televîzyona CBSê di nûçeya xwe ku dispêre çavkaniyekî ewlehî de ragihand ku di nava CIAyê de li hemberî sîxurên WikiLeaksê nêçîrek hat destpêkirin. Herwiha CIA û FBIyê piştî îfşakirina van belgeyên îstîxbaratî biryara vekirina lêpirsînê dabû.

    ‘SÎXUR DIBE KARKEREKÎ CIAYÊ AN JÎ BARKEREKÎ COMPÎTERÊ BE'

    Di nûçeyê de behsa çawanî bidestxistina belgeyên veşartî yên CIA û FBIyê nehat kirin, lê tê gotin ku dibe sîxur karkerekî saziyê an jî barkerekî compîterê be. Ji bo dîtina van sîxuran din ava herdu saziyan de jî nêçîr hatiye destpêkirin. Ji bo ku piraniya van belgeyan di beşa herî parastî ya CIAyê de ne, lê bi sedan însan jî dikarin xwe bigihînin. Niha pispor lîsteya kesên ku dikarin xwe bigihînin van belgeyên veşartî vedikolînin."

    Bi heman mijarî:

    CIA navnîşanên IPên saziyên li Rûsyayê bikar tîne
    Daîreya Qaseyê 7: CIA çima pêdivî bi IPyên polîsên Rûsî dibîne?
    CIA: Îstixbarata Amerîkayê piştgirî da rêxistina OUNê ya ku ew jî wê teror qebûl dikin
    Dîrektorên CIA û FBIyê derbarê îdiayên Rûsyayê de dê agahî bidin Trump
    ‘CIA û Kerry, lêborîn ji Tirkiye xwestin'
    Etîketan:
    îfşakirina belgeyen îstîxbaratî, Malpera WikiLeaksê, FBI, CIA, Amerîka
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de