15:13 21 Çile 2018
Zindî
    Nikki Haley

    Amerîka: Bila Koreya Bakur bizanibe ku em naxwazin şer derînin

    © AP Photo/ Seth Wenig
    Amerîka
    Lînkê kurt
    0 30

    Nûnera Daîmî ya Amerîkayê li Neteweyên Yekbûyî Nikki Haley di axaftina xwe de ragihand ku bila Koreya Bakur bizanibe ku em naxwazin şer û pevçûnê derînin.

    Nûnera Daîmî ya Amerîkayê li Neteweyên Yekbûyî Nikki Haley di axaftina xwe de bangî Koreya Bakur kir û ragihand ku bila bizanibe ku em şer û pevçûnê naxwazin. Lê bila me zorî tiştekî wiha neke. Gengeşiya ku derdikeve dîsa bi Koreyê ve girêdayî ye.

    Nikki Haley di berdewamiya axaftina xwe de got: "Me bi şêweyî herî zelal Koreya Bakur hişyar kir. Bila Koreya Bakur bizanibe ku em şer û pevçûnê naxwazin, lê bila ew jî me mecburî tiştekî wiha nekin. Niha top li qada wan e û bila di vî warî xebatên leystokê nekin."

    Haley di axaftina xwe ya runiştina ‘mafên însanî' ya Konseya Ewlehî ya Neteweyên Yekbûyî (KENY) de banga mudaxeleya Koreya Bakur û Sûriyeyê kiribû. 6 welatan îtîraz li daxuyaniya Haley kiribû.

    Bi heman mijarî:

    Haley: Em piştgiriyeke tam didin çareseriya du dewletî
    ‘Amerîka ji Iraqê û Sûriyeyê mîlîtan sewqî Yemenê dike'
    Amerîka: Telefona Trump nayê wateya qebûlkirina encamên referandûmê
    Hamaney: Lêdana Amerîka ya li baregeha Sûriyeyê şaşiyeke stratejîk e
    ‘Amerîka dixwaze Libyayê weke sînorê Osmanî bike 3 perçeyan'
    Etîketan:
    Konseya Ewlehî ya Neteweyên Yekbûyî (KENY), Nûnera Daîmî ya Amerîkayê li Neteweyên Yekbûyî, Nikki Haley, Koreya Bakur, Amerîka
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de