08:45 26 Gulan 2018
Koreya Bakur moşeka balîstîk ceriband

Amerîkayê ji bo Koreya Bakur bang li Çînê kir

© REUTERS / File Photo
Amerîka
Lînkê kurt
0 40

Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê Mark Toner ragihand, ‘Ji ber pêwendiyên Çînê yê Koreya Bakur re, Çîn dikare vê pêwendiya xwe ya taybet bi kar bîne û bihêle ku Koreya Bakur bernameyên navokî û balîstik bide rawestandin.’

Toner di civîna rojane de bang li hikûmeta Çînê ku ku bandora xwe li ser Koreya Bakur bi kar bîne û wiha domand: "Çîn bi sedema pêwendiyên xwe yên aborî xwedî serdestiyekê ye li ser Koreya Bakur. Çîn bi bikaranîna vê pêwendiya xwe ya taybet dikare bihêle ku Koreya Bakur bernameyên navokî û balîstik bide rawestandin."

Toner bal kişand ser ku di nav 6 mehên dawî de Koreya Bakur gelek caran ceribandinên moşekên balîstik kirine û daxwaz ji civaka navdewletî kir li hemberî Koreya Bakur bergiriyan bikin.

Rayedarê Amerîkî diyar kir ku ji bo midaxeleya Koreya Bakur pêdivî bi lezê heye û got, çareseriya li ser mijarê divê ne maweyeke dirêj de di demeke kurt de pêk were.

Bi heman mijarî:

Wezîrê Tirk bertek ji Ekonomîstê re nîşan da
Pompeo: Wikileaks servîseke dijmin a îstixbaratê ye
Rûsya: Nêzîkbûna Amerîkayê ya ji bo çareseriya aştiyane hêviyê dide
Amerîka ji 'kalîteya demokrasiya Tirkiyê' bi fikar e
Li Herêma Kurdistanê 2 hezar kes nikarin biçin ûmrê
Etîketan:
Koreya Bakur, Koreya Bakur, Çîn, Amerîka
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de