08:50 24 Çile 2018
Zindî
    Mike Pompeo

    Pompeo: Wikileaks servîseke dijmin a îstixbaratê ye

    © AP Photo/ Manuel Balce Ceneta
    Amerîka
    Lînkê kurt
    0 40

    Dîrektorê CIAyê Mike Pompeo derbarê Wikileaks, RT, Intercept û Edward Snowden de daxuyanî dan. Pompeo Wikileaks wekî ‘Servîsa îstixbaratê ya derveyî dewletî ya dijmin’ nirxand ku Pompeo bi xwe jî salek berê belgeyên Wikileaksê li ser hesabê xwe yê twitterê parve dikir.

    Pompeo ji bo Wikileaksê got, ‘wekî servîseke îstixbaratê ya dijmin kar dike' û wiha domand: "Êdî dem hatiye rastiya Wikileaksê were ravekirin: Derveyî dewletî ye, lê rêxistineke dijmin a bi dewletên wek Rûsyayê re pir nêzîk kar dike ye."

    Dîrektorê CIAyê Pompeo, Russia Today (RT) jî bi hevkariya çalak a bi Wikileaksê tawanbar kir ku ti delîlek jî pêşkeş nekir.

    Pompeo Julian Assangeyê yek ji avakarê Wikileaksê ye, bi Nazîyan re kir wek hev ku ya herî balkêş jî Serokê Amerîkayê Donald Trump beriya were hilbijartin gotibû, ‘Ji Wikileaksê hez dikim.' û belgeyên wê jî parve kiribûn.

    Pompeo damezirînerên Wikileaksê jî bi tirsonekî, sextekarî û narsîstî pênase kir.

     

     

    Bi heman mijarî:

    Rûsya: Nêzîkbûna Amerîkayê ya ji bo çareseriya aştiyane hêviyê dide
    Amerîka ji 'kalîteya demokrasiya Tirkiyê' bi fikar e
    Bahçelî: Heke Erdogan ji bo sîstema eyaletan dengê xwe neke...
    DAIŞê ji sê aliyan ve êrişî çeperên HSDê kir
    Lavrov: Pêşveçûna di mijara çareseriya Sûriyeyê de xweşê hemû kesan naçe
    Leşkerê Amerîkî li Încirlikê mirî hat dîtin
    Etîketan:
    Mike Pompeo CIA, CIA, Amerîka
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de