12:49 25 Hezîran 2018
Berdevkê Koşka Spî Sean Spicer

Amerîka: Li şûna Esad divê em li ser DAIŞê biwestin

© AP Photo / Evan Vucci
Amerîka
Lînkê kurt
0 71

Berdevkê Koşka Spî ya Amerîkayê Sean Spicer di civîna rojane de li ser mayîn û çûyîna Serokdewletê Sûriyê Beşar Esad ragihand, 'Divê em vê rastiyê qebûl bikin ku serokê welatekî serwer e.'

Nûnera Daîmî ya Amerîkayê li Neteweyên Yekbûyî (NY) Nikki Haley
© REUTERS / Shannon Stapleton
Spicer li ser polîtîkaya Amerîkayê ya li ser mayîn û çûyîna Serokdewletê Sûriyê Beşar Esad wiha axivî: "Em neçar in rastiya siyasî ya li Sûriyê, anku Serokdewletbûna Beşar Esad a welatekî xwedî serwerî qebûl bikin."

SPICER: LI ŞÛNA ESAD DIVÊ EM LI SER DAIŞÊ BIWESTIN

Berdevkê Koşka Spî Spicer da zanîn, li şûna vê em neçar in li ser derixstina DAIŞê ji herêmê biwestin.

Spicer herwiha stratejiya rêveberiya Obama jî rexne kir ku nekariye şansê ji deshilatê xistina Esad bikar bîne û got, ‘Li Sûriyê pêwîstî bi kêmkirina tundiyê heye.'

Nûnera Daîmî Dewletên Yekbûyî Amerîkayê (DYA) li Neteweyên Yekbûyî (NY) Nikki Haley jî diyar kiribû, karvekêşana Serokdewletê Sûriyê Beşar Esad ne armaneke wan a sereke ye li Sûriyê.

Etîketan:
Beşar esad, Sûriye, Amerîka
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de