06:03 22 Sibat 2018
Zindî
    Sekreterê Giştî yê NATO Stoltenberg û Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Rex Tillerson

    Ji Tillerson bo NATOyê: Xercîneyên parastinê zêde bikin

    © REUTERS/ Yves Herman
    Amerîka
    Lînkê kurt
    0 41

    Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Rex Tillerson di civîna wezîrên derve yên NATOyê ya Brukselê de daxwaz ji endaman kir ku xercîneyên parastinê zêde bikin.

    Tillerson got, "Serok Trump bi awayekî eşkere raxistiye pêş çavan ku êdî nepêkane Amerîka barê xercîneyên parastinê yên NATOyê bigire ser xwe."

    Wezîrê Amerîkî herwiha bang li endamên NATOyê kir ji bo civîna 25ê Gulanê ya Brukselê ku Serokê Amerîkayê Donald Trump jî beşdarî dike, plan û hedefên xwe yên nû amade bikin.

    'DIVÊ NATO LI HEMBER RÛSYAYÊ ÇALAKTIR BE'

    Tillerson Rûsya bi 'êrîşkarî' tohmetbar kir û da xuyakirin, ‘Li hemberî helwesta Rûsyayê ya ‘agresîf û êrîşkar' li Ukraynayê pêwîste NATO li herêmê rolekî çalaktir bilîze."

    Bi heman mijarî:

    Qazî Muhamed û hevalên wî li Amedê hatin bîranîn
    Civata Giştî ya Tevgera Gorran dicive
    Li Wanê bi pileya 3.5 erdhej çêbû
    Polêsan dest danîtin ser otobêsên HDPê
    Rûsya: Divê mudexale li karên navxweyî ya Venezuellayê neyên kirin
    Di mîtînga HDPê ya li Agiriyê de rageşî: Polês ber bi hewan ve gule reşandin
    Etîketan:
    Tillerson, NATO, Amerîka, Ewropa
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de