21:16 18 Sibat 2018
Zindî
    Michael Flynn

    ‘Flynn, ji bo îfadeya îdîayên Rûsyayê daxwaza parêzbendiyê kir'

    © REUTERS/ Carlos Barria
    Amerîka
    Lînkê kurt
    0 30

    Hat îdîakirin ku şêwirmendê ewlehî yê neteweyî yê Serokê Amerîkayê Donald Trump ku îstîfa kiribû Michael Flynn ji bo îfadeya derheqê wî de daxwaza parêzbendiyê kir.

    Li gorî nûçeya rojnameya Washîngton Postê, Michael Flynn ji bo îdîayên derheqê xwe de îfadeyan bide komiteyên FBI, Senato û Meclisa Nûneran daxwaza parêzbendiyê kiriye û hê jî di navbera wan de lihevhatinek çênebûye.

    Parêzvanê Michael Flynn Robert Kelner di axaftina xwe de ragihand hinek tiştên ku muwekilên min bibêje hene, heke şert û merc destûrê bidin Flynn ji bo îfade dayînê amade ye.

    Robert Kelner di komîteya Îstîxbarat a Senatoyê de li ser navê muwekilê xwe bersiva pirsan da. Kelner Got: "Her însanê ku piçekî eqlê wî li serê wî be ji bo dozeke wiha siyasî ku bûye weke nêçîra pîrevoka hetanî gerentiyan wernegire naaxive."

    Flynn bi Balyozê Rûsyayê yê li Washîngtonê Sergey Kislyak re hevdîtinek pêk anîbû û bi îdîaya ku Qesra Spî bi şaşî agahdar kir di meha sibata borî de ji wezîfeya xwe îstîfa kiribû.

    Bi heman mijarî:

    Ji bo danûstandinên Flynn ên bi Rûsya û Tirkiyê re ji FBIyê agahî hat xwestin
    Trump: Flynn mirovekî bêhempa ye, neheqî lê kirin
    Flynn: Min sînor derbas nekirin, yana FBIyê dê bi qirika min bigirta
    Flynn qebûl kir ku dibe ji bo hikûmeta Tirkiyeyê lobîkarî kiribe
    Rûsya: Tawanên li ser hevdîtinên Flynn-Kislyakê perçeyekî şerê ragihandinê ne
    Etîketan:
    FBI, Meclisa Nûneran, Balyozê Rûsyayê yê li Washîngtonê, Sergey Kislyak, Michael Flynn, Washîngton, Amerîka
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de