21:23 18 Sibat 2018
Zindî
    Donald Trump

    Serokê Amerîkayê Trump ji bo ‘qedexeya vîzeyê' îsrar dike

    © REUTERS/ Jonathan Ernst
    Amerîka
    Lînkê kurt
    0 30

    Rêvebiriya Amerîkayê, biryara qedexeya vîze ya dadgehê ku bêdemî dabû ji bo temyîzê bire Dadgeha Bilind.

    Serokê Amerîkayê Donald Trump di 6ê Adarê de ji bo ku qedexeya vîzeyê li hemberî 6 welatên piraniya wan misilman îmze kiribû, lê ew biryarname ji terefê dadgerê Hawaiyê ve hatibû betalkirin. Wezareta Dadê ji bo betalkirina biryara dadger serî li Dadgeha Bilind a temyîzê ya San Franciscoyê da.

    ‘BIRYARA QEDEXEYÊ BÊDEM HATIBÛ RAWESTANDIN'

    Dadgerê eyaleta Hawaiyê Derrick Watson bi îdîaya ku sepandina qedexeyê dubendiyê dixe nava hemwelatiyan û Destûra Bingehîn a Amerîkayê ihlal dike biryara rawestandina qedexeya vîzeyê dabû.

    Biryarnameya ku ji terefê Serokê Amerîkayê Trump ve hat îmzekirin hetanî 90 rojî rê li ber seyeheta Amerîkayê ya hemwelatiyên Somalî, Sûdan, Yemen, Libya Îran û Sûriyeyê dike.

    Bi heman mijarî:

    Ji Juncker bo Trump: Ez jî daxwaza veqetandina Teksasê ji Amerîkayê dikim
    Trump Pentagon ji bo êrîşên asmanî yên ser Somaliyê erkadar kir
    Pûtîn: Amade me li Fînlendayê bi Trump re bicivim
    Dadgehê, biryara Trump a qedexeya vîzeyan bê mawe rawestand
    Ivanka Trump bû alîkara bavê xwe
    Zavayê Trump dikeve ber lêpirsîna Rûsyayê
    Etîketan:
    Serdozgerên amerîkî ji bo betakirina qedexeya vîzeyê serî li dadgehê didin, Serokê Amerîkayê, Donald Trump, Amerîka
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de