10:18 22 Sibat 2018
Zindî
    ypg-bayrak

    FT: YPG, Amerîka pêşniyara me qebûl kir

    © AFP 2018/
    Amerîka
    Lînkê kurt
    0 61

    Financial Times a îngîlîzî di nûçeya xwe de ragihand ku Wezîrê Derve yê Amerîkayê Rex Tillerson serdana Tirkiyeyê kir, lê di kêmkirina gengeşiya navbera Enqere û Washîngtonê de bi ser neket.

    Li gorî nûçeya rojnameya Financial Times a îngîlîzî, yek ji berdevkê Hêza Sûriyeya Demokratîk (HSD) ku YPG pêşengiya wê dike Talal Silo dibêje: "Amerîkayê di operasyona Reqqayê xwest rolekê bide Tirkiyeyê, lê me qebûl nekir. Herî dawî pêşniyara me hate qebûlkirin."

    ‘TIRKIYE DEV JI PLANA HERÊMA BI EWLE BERDA'

    Rojnameyê di berdewamiya nûçeya xwe de ragihand ku bi vê biryarê Tirkiye hat dorpêçkirin û roja çarşemê Operasyona Mertalê Firatê bi dawî kir. Bi dawîkirina operasyonê dev ji plana xwe ya ku li Minbic û Reqqayê herêmeke ewle ava bike berda.

    Li gorî rojnameyê Tirkiye dîsa daxwaza îadekirina Fethullah Gulen ji Amerîkayê kiriye û berpirsên amerîkî jî ji bo îadekirinê delîl û belge kêm dîtine.

    Bi heman mijarî:

    ‘Amerîka ji bo kêmkirina gengeşiya navbera Tirkiye û Yûnanistanê kete dewreyê'
    Sûriye: Tirkiye û Amerîka jî tê de, em ê li dijî destwerdanên leşkerî derkevin
    Îdia: Dê Amerîka, Rûsya û Tirkiye operasyona hevpar bikin
    "Amerîka û Tirkiye li ser mijara Minbicê li hev kirin"
    Tirkiye Amerîka û Fransa bo DAIŞê hevdîtin pêk tînin
    Etîketan:
    Operasyona Mertalê Firatê, Wezîrê Derve yê Amerikaye, Hêza Sûriyeya Demokratîk (HSD), Talal Silo, Rex Tillerson, Sûriye, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de