16:44 27 Gulan 2018
HSD

'Dibe Pentagon hewl bide bêtir leşkeran bişîne Sûriyeyê'

© AFP 2018 / DELIL SOULEIMAN
Amerîka
Lînkê kurt
0 31

Generalên Artêşa DYAyê radigihînin ku dibe pêdivî bi hejmareke zêdetir ji leşkeran hebe daku operasyon Reqqayê pêk bînin û hat ragihandin ku Pentagon di vê dema ku şervanên sûrî yên Amerîka piştgiriya wan dike nêzîkî bajarê Reqqayê bûne de dê hewl bidin bêtir yekîneyan bişîne Sûriyeyê.

General Hêzên Amerîkî li Rojhilata Navîn roja çarşemê ji Kongreyê re got, dive pêdivî bi hejmareke zêdetir ji şervanên herêmî hebe ji bo operasyona Reqqayê.

Li gorî nûçeya FoxNewsê, Serokê Femandariya Navendî ya DYAyê General Joe Votel li pêşberî Komîteya Xizmetên Çekdar a DYAyê got, " Em dizanin ku her em armancên xwe yên leşkerî li Sûriyeyê bişopînin, dê pêdiviya me bêtir bi piştgiriya her-werzî ya rasterast hebe ji bo hevarên me yên Hêzên Sûriyeya Demokratîk."

Têgeha her-werzî têgeheke leşkerî ye ji bo wan topavêjan tên bikaranîn ên ku dikarin di hemû mercên hewayê de topan biavêjin, ji ber gava mercên hewayê xerab bin, êrîşên balafirên hevpeymanê gelekî kêm in.

"EM Ê JI BO WAN ŞER NEKIN, ALÎ WAN BIKIN KU ŞER BIKIN"

Derbarê xetera peywira bipêşveçûnê de jî, Votelî teqez kir ku leşkerên DYAyê dê alîkariya HSDê bikin ku ji kurdên Sûriyeyê û şervanên ereb pêk tê û wiha dewam kir: "Me dest ji prensîpa peywira xwe bernedaye ku em şêwirmendiyê ji wan re bikin, alî wan bikin û wan bibandor bikin. Em alî hevkarên xwe bikin daku şer bikin ne ku em ji bo wan şer bikin."

Herdû karmendên parastinê yê DYAyê diyar kiriye ku Pentagon di vê dema ku şervanên sûrî yên Amerîka piştgiriya wan dike nêzîkî bajarê Reqqayê bûne de dê hewl bidin bêtir yekîneyan bişîne Sûriyeyê.

Jixwe niha 1000 leşkerên DYAyê li bakurê Sûriyeyê ne û niha alîkariyê didin HSDê ku wan herî dawî li Tebqayê operasyoneke hevbeş pêk anî.

Di heman nûçeyê de, tê gotin ku amadekariyên destpêkê de kurd dê Reqqayê dorpêç bikin û hêzên erebî dê êrîşa li ser bajarî pêk bînin.

Bi heman mijarî:

HSD kete taxên rojhilatê Reqayê
HSD: Em ê bendava Tabqayê rizgar bikin
HSD: Koalîsyonê, nêzî Reqayê, ji hewayê leşker daxistin
HSD: Amerîka ji bo operasyona Reqqayê wê hezar leşkerê din bişîne
HSD derdora Reqayê kontrol kir
Amerîka: Di operasyona Reqqayê de HSD heye, em rola Tirkiyeyê dinirxînin
HSD: Em dikarin Reqqayê rizgar bikin û qebûl nakin Tirkiye beşdar bibe
Etîketan:
Joe Votel, Amerîka, DYA
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de