01:00 23 Çile 2018
Zindî
    Halkbank

    Axaftina Sarraf û Cîgirê Midûrê Halkbankê di dosyeya FBIyê de ye

    © REUTERS/ Umit Bektas
    Amerîka
    Lînkê kurt
    0 30

    Cîgirê Midûrê Halkbankê Mehmet Hakan Atilla ku li du roj berê li Amerîkayê hat e girtin axaftina wî ya bi Riza Sarraf re kete dosyeya FBIyê.

    Cîgirê Midûrê Halkbankê Mehmet Hakan Atilla li Balafirxaneya John F. Kennedy a New Yorkê hatibû binçavkirin û ji ber binpêkirina mueyîdeyên Amerîka yên li ser Îranê ji terefê dadgehê ve hatibû girtin.

    Li gorî sûcdariyan Atilla bi Sarraf re hevkarî kiriye, li ser navê hikûmeta Îranê û saziyên din ên fermî bi ser bankayên Amerîkayê ve bi milyonan dolar bazirganî kirine.

    ‘DI RAPORTÊ DE 4 NAV DERBAS DIBIN'

    Li gorî nûçeya rojnameya Cumhuriyetê, di raporta 40 rûpelî ku ji terefê FBIyê ve hatiye amadekirin de Atilla û Sarraf bi bazirganiya 100 milyon dolaran tên sûcdarkirin û di dosyayê de ji xeyrî Atilla û Sarraf kesekî bi navê ‘gumanbarê yekemîn' û Atillla jî weke kesê ‘g8umanbarê duyemîn' du gumanbarên din hene.

    Raport cih dide axaftinên herdu kesên navborî û li gorî zanyariyan guhdarkirina telefonê piştî operasyona zêran a tonek û nîvê hatiye destpêkirin.

    Bi heman mijarî:

    Piştî girtina Cîgirê Midûrê Giştî yê Halkbankê li Amerîkayê dolar zêde dibe
    Paya dewletê ya THYê û Halkbankê wê dewrê Fona Hebûnê were kirin
    Bozdag, di serdana xwe ya Amerîkayê de daxwaza serbestberdana Riza Sarraf kiriye
    Bharara: "Doz bi Sarraf û hevkarên wî re eleqedar e"
    Sarraf, dizanîbû li Amerîkayê dê were girtin
    Etîketan:
    Cîgirê Midûrê Halkbankê, Riza Sarraf, Mehmet Hakan Atilla, Amerîka
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de