14:54 24 Çile 2018
Zindî
    Donald Trump

    Dadgehê, biryara Trump a qedexeya vîzeyan bê mawe rawestand

    © REUTERS/ L.E. Baskow
    Amerîka
    Lînkê kurt
    0 21

    Dadgerê federal ê Hawaiyê Derrick Watson ku di 15ê Adarê de biryara Trump a qedexeya vîzeyan dabû rawestandin ragihand ku hetanî biryareke duyemîn biryara qedexeya vîzeyê bê mawe hat rawestandin.

    Serokê Amerîkayê Donald Trump di 6ê Adarê de piraniya wan misilman ji bo hemwelatiyên 6 welatan biryara qedexeya vîzeyê îmze kiribû.

    Dadgerê federal ê Hawaiyê Derrick Watson derbarê mijarê de daxwaza dawekaran nirxand û di biryara xwe ya duhî de biryara qedexeya vîzeyê ku bi demkî rawestandibû bi awayekî bê mawe guherand.

    Watson di daxuyaniya xwe ya nivîskî de got: "Dadgeh nikare vekişe qoziyekê, derebeyên xwe bigire û weke ku tu tişt nebuye tevbigere. Biryara ku me girtiye rast e û ez li pişta biryara xwe me."

    Piştî vê biryara Watson, Wezareta Dadê ya Amerîkayê ragihand ku ew ê dozê bibin Dadgeha 9emîn a Temyîzê.

    Bi heman mijarî:

    Ivanka Trump bû alîkara bavê xwe
    'Trump sosa Rûsî têxe nav seletê wê ‘Têkiliya Rûsyayê’ tê de bigerin'
    Biden: Li hemberî Trump bibûma namzed ez bi ser diketim
    ‘Hejmara Turîstên New Yorkê wê di rûyê Trump de kêm bibe'
    Trump projeya xeta borûyê ya Keystone îmze kir
    Etîketan:
    Biryara qedexe ya vîzeyan, Wezareta Dadê ya Amerîkayê, Serokê Amerîkayê, Dadgerê federal ê Hawaiyê, Derrick Watson, Donald Trump, Hawaii, Amerîka
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de