02:38 18 Çile 2018
Zindî
    Ala Amerîkayê- Amerîka

    Li Amerîkayê di nava 11 rojan de wê 8 kes werin îdamkirin

    © Sputnik/ Natalya Seliverstova
    Amerîka
    Lînkê kurt
    0 21

    Hat ragihandin ku li eyaleta Arkansas a Amerîkayê di nava 11 rojên meha nîsanê de wê 8 mehkûm werin îdamkirin.

    Li seranserê welatê Amerîkayê nîqaşa mijara cezayê îdamê dewam dike û di nava 11 rojên meha nîsanê de li eyaleta Arkansasê wê 8 mehkûm werin îdamkirin.

    HERÎ DAWÎ 12 SAL BERÊ ÎDAM HATIBÛ KIRIN

    Serdozgerê Arkansasê Leslie Rutledge di axaftina xwe de ragihand ku li welat pêl bi pêl cezayên îdamê kêm bûn, lê eyaleta Arkansasê wê dîsa dest bi îdama mehkûman bike.

    Di 17 û 27ê Nîsanê de 4 caran û di her carê de jî wê 2 mehkûm bi tevahî 8 mehkûm werin îdamkirin. Li eyalete herî dawî 12 sal berê cezayê îdamê hatibû sepandin.

    Hê jî li Amerîkayê cezayê îdamê tê nîqaşkirin û di hilbijartina 8ê Mijdarê ya serokatiyê de eyaletên Oklahoma, Nebraska û Kaliforniyayê di referandumê de berdewamiya cezayê îdamê xwest.

    Bi heman mijarî:

    Rejima Îranê di nava salekê de nêzîkî 140 kurd îdam kirin
    Îranê girtiyekî kurd bi navê Tahir Seîdî îdam kir
    Rejima Îranê kurd jî di nav de 20 kes îdam kirin
    Îranê du girtiyên kurd îdam kirin
    Rejima Îranê îro jî li Urmiyê 3 kurd îdam kirin
    Etîketan:
    Di nava 11 rojan de 8 kes têne îdamkirin, Li Amerîkayê îdam, Leslie Rutledge, Amerîka
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de