08:52 26 Gulan 2018
Ivanka Trump keça Serokê Amerîkayê Donald Trump

Ivanka Trump bû alîkara bavê xwe

© AFP 2018 / Brendan Smialowski
Amerîka
Lînkê kurt
0 30

Hat ragihandin ku dê keça mezin a Serokê Amerîkayê Donald Trump, wek alîkara bavê xwe li Koşka Spî dest bi kar bike. Dê ji bo vî karî pere bo Ivanka Trump neyê dayîn.

Keça Serokê Amerîkayê Donald Trump a 35 salî Ivanka Trump heta niha li ser biryarên polîtîk ên bavê xwe xwedî bandor bû, lê li Koşka Spî ofîseke wê tune bû.

Ivanka Trump li ser vê biryarê wiha got: "Min bihîst ku hin guman li ser şêwirmendiya min a nefermî û dilxwazî ya bo serokê Amerîkayê hene. Ji niha şûnde ezê li gor qayîdeyên hemû karmendî federalî wek karmendeke fermî ya Koşka Spî bêyî pere bistînim, xizmeta Serok bikim."

​Hevjînê Ivanka Trump, Jared Kushner jî wekî yek ji şêwirmendên girîng ê Trump tê zanîn.

 

Bi heman mijarî:

Li Bexdayê tankêr hat teqandin: 15 mirî, 26 birîndar
Fermandarê Amerîkî: Zehmet e li Mûsilê pêşiya windahiyên sivîl bê girtin
Ji Rûsyayê rexneya DYAyê bo Mûsilê: Hûn qet şerm nakin?
Şahê Erebîstanê ji Ebadî xwest pêwendiyan bihêz bikin
Ji Rûsyayê bo Minbicê alîkariya mirovî û tibbî
Strana ‘Bêjin Na' ku HDP bo xebatên referandûmê bikar tîne hat qedexekirin
'Di navbera Rûsya û welatên Rojava de şerê sar nîne'
Etîketan:
Ivanka Trump, Amerîka
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de