11:56 27 Nîsan 2018
    Donald Trump CPAC Speech

    Dîplomatê Navdar ê Amerîkayê: Dê Tirkiye û YPG li hev bên

    © AP Photo/ Alex Brandon
    Amerîka
    Lînkê kurt
    0 40

    Balyozê berê yê Amerîka yê li Iraq û Tirkiyeyê James F. Jeffrey di gotareke xwe ya li ser ajansa The Chipher Breîfê aweşandiye de balê dikişîne ser planên nû yên Amerîkayê. Jeffrey îdîa dike ku dê Erdogan û YPG li hev bên û Erdogan dê bi Serokê PKKê Abdullah Ocalanî re jî li ser maseya mizakereyê rûnin.

    Jeffreyê ku di heman demi de şewirmendê Ewlehiya Netewî yê George Bushî bû jî dibêje: "Trump li hemberî DAIŞê pêwîstî bi planeke nû ya siyasî û leşkerî dît û di 28ê meha Çileyê ya îsal de, polîtîkaya xwe ya siyasî û leşkerî ji nûve di ber çavan re derbas kir û bi planeke nû derket holê."

    Li gorî vê plana nû ya Amerîkayê DAIŞ dê di demek nêz de, bê têkbirin. Ev biryara nû ya Washingtonê, ji niha de şiklekî nû dide Rojhilata Navîn.

    Li gorî nivîskar Jeffreyî bi vê plana nû ya Amerîkayê tê hêvîkirin ku di Rojhilata Navîn de, hem kurdan bihewîne, hem jî têkilîyên xwe yên bi Tirkiye û Iraqê re û her wiha tevlî hebûna Rûsyayê bi Îranê re birêve bibe.

    PROBLEMA MEZIN BO AMERÎKAYÊ TIRKIYE YE

    Di gotara Jeffrey de tê gotin ku li gorî vê strajiya nû ya Amerîkayê, Tirkiye problemek mezin e.

    Jeffrey wiha berdewam kir: "Ji ber ku Enqere, ji sala 2015an û vir ve YPGê bi PKKê ve girêdayî dibîne û li hemberî hevkariya Amerîka û YPGê reaksiyanên dijwar nişan dide. Wekî demên borî Tirkiye bikaranîna baregeha xwe ya Incîrlîkê ya ji bo Amerîkayê dijwartir dike. Lê Amerîka naxweze problemên wiha rû bidin û ji bilî vê jî piştgiriyê dide Tirkiyê û Artêşa Sûriye ya Azad (ASA)."

    ‘AMERÎKA DIXWAZE PYD Û ERDOGAN LI HEV BÊN'

    Jeffrey di gotara xwe de dibêje: "Di çarçoveya stratejiya nû ya Amerîka de, Amerîka dixwaze Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan û PKK li hev bên. Ji bo vê armancê jî eger di referandûma Destûra Bingehîn a Tirkiyeyê de Erdogan qezenç bike, bi îhtimaleke mezin e dê ew jî qezenç bike."

    Her wiha Jeffrey amaje pê dike ku, "Ji bo serkeftina referandûma Destûra Bingehîn a Tirkiyeyê, Erdogan li hemberî kurdan polîtikayên nijadperest dimeşîn e. Lê belê piştî referandûmê Erdogan, wê bi YPG û PKKê re li hev bên."

    Jeffrey bo Amerîkayê jî dibêje: "Erdogan ji ber ku Herêma Kurdistanê mitefiqê wî ye û ji bo aramiya Surîyeyê pêwistî bi hevkariya kurdan dibîne. Erdogan hêj bêtirî vê yekê, dê bi Serokê PKKê Abdullah Ocalan re li mase ya mizakereyê rûne. Ji ber ku bandoreke mezin a Ocalanî, li ser PKKê û YPGê heye."

    Bi heman mijarî:

    MPKE: Ger Rûsya û Amerîka li ser maseyê rûnin, pirsa Sûriyeyê wê çareser bibe
    Salih Muslim: Dê Rûsya û Amerîka ji Tirkiyê re bêjin, 'Destê xwe ji Sûriyê bikişîne'
    Amerîka piştrast kir: Li ser daxwaza Iraqê me lê xist
    Amerîka wê li Sûriyeyê rêveberiyeke kurdî pêk bîne?
    Amerîka: Piştî DAIŞê hêzên me wê li Iraq û Sûriyeyê bimînin
    Zaxarova: Mueyîdeyên nû yên Amerîkayê bi gotinên dijterorê re dikevin nakokiyê
    Gelo Amerîkayê li ser avakirina dewleta Kurdî li Sûriyê û Iraqê li hev kiriye?
    Etîketan:
    Recep Tayyip Erdogan, Abdullah Ocalan, YPG, Balyozê berê yê Amerîka yê li Iraq û Tirkiyeyê, Donald Trump, James F. Jeffrey, Amerîka
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de