12:37 25 Îlon 2017
Zindî
    YPG û leşkerên Amerîka

    Foreign Policy: Hevkariya DYAyê û YPGê, dê bibe sedema wendakirina Tirkiyeyê

    © REUTERS/ Rodi Said
    Amerîka
    Lînkê kurt
    0 6710

    Kovara Foreign Policy analîzek weşand û tê de hat diyarkirin ku DYA ji bo rizgarkirina bajarê Reqqayê yê li bakurê Sûriyeyê, hevkariya hêzên kurd bike, têkiliyên Washington û Enqereyê dê bi awayekî cidî xera bibin.

    Gotara ku behsa planên DYAyê li ser bajarê Reqqayê ya ku wek keleha DAIŞê dihesibe û pêşbîniya beşdarbûneke berfireh a YPGê dike û piştgiriya çekan û ya hewayî dide kurdan, wiha dewam dike: i Gorî Enqereyê, yekîneyên YPGê bi PKKê ve girêdayî ne. Serokwezîr Binali Yildirim jî derbirî ku hevkariya DYAyê bi rêxistinên terorê re, zirareke cidî dide têkiliyên navbera herdû aliyan."

    Gotara Foreign Policyyê ku bi îmzeya David Kenner û Molly O'toole hatiye weşandin, îfadeyên wiha dihewîne:

    "QOZÊN TIRKIYEYÊ LI DIJÎ DYAYÊ HENE"

    "Li gel ku rayedarên tirk naxwazin behsa bersivên xwe li dijî çalakiyên Washingtonê bikin jî, qozên wan cidî hene daku nifûzê di polîtîkaya DYAyê ya li herêmê bikin. Wek mînak, Tirkiye dikare baregeha Incirlikê bigire ku DYA wê ji bo operasyonên xwe yên li Iraq û Sûriyeyê bi kar tîne yan jî dikare hevkariya xwe bi Rûsyayê re zêdetir bike.

    Birêveberiya Serokê DYAyê Donald Trump gelek nîqaşan dike derbarê piştgiriya xwe ji bo hêzên kurdî yan jî ji bo beralîkirina wê piştgiriyê bo Tirkiye û hevbendên wê. Fermandarên DYAyê yên ku kurdan wek şervanên gelekî serkeftî dibînin û wek tekane alternatîv ji bo rizgarkirina Reqqayê dibînin, bi guman li pêşniyara hevkariya bi Tirkiyeyê re dinerin."

    "DIVÊ DYA ZÛ BIRYARA XWE BIDE"

    Li gel vê, birêveberiya Trump nikare biryara xwe ya ji bo operasyona Reqqayê bo demeke dirêj bi paş de bixe. Li gorî Fred Hofê ku sala 2012an Nûnerê Taybet ê Obama bo Sûriyeyê bû, êrîşên li herêmên cua yên Parîs, Brûksel û Tirkiyeyê li Reqqayê hatibûn amadekirin. Her ku amadekariyên operasyona Reqqayê dereng bikeve, dê dema terorîstan bêtir çêbibe ku planên çalakiyên bersivan amade bikin.

    Tirkiyeya ku di têkoşîna li dijî DAIŞê de hevbendiya DYAyê ye, li dijî wê derdikeve ku alîkariya leşkerî bo YPGê bê dayîn. Kurdên Sûriyeyê jî Tirkiyeya ku operasyonan li bakurê welatî pêk tîne, wek dagirker bi nav dike.

    Ji aliyê din ve, Washington nafikire ku PKK bi kurdan ve girêdayî ye û hewl dide rê li ber wê bigire ku pevçûn di navbera hevbendan de dernekeve."

    Bi heman mijarî:

    Istixbarata DYAyê:Tu delîlên peywendiyên Trump û Rûsya de tune ne
    Zaxarova: Ti şika me tune ye ku balafirên DYAyê li terorîstên El Cînahê da ye
    DYAyê dîmenên ceribandinên çekên nukleerî ji gel re vekir
    Îdiaya 'dîtina keştiyeke rûs a sîxur li DYAyê'
    Zaxarova: Bila DYAyê daxuyaniyekê ji bo belgeyên Qaseya Daîreya 7an de bide
    Stratejîstê Deutsche Assetê: Aboriya DYAyê dê gelekî mezin bibe
    Heyetek ji DYAyê li Herêma Kurdistanê rewşa însanî vedikole
    Etîketan:
    YPG, PKK, Recep Tayyip Erdogan, Donald Trump, David Kenner, Molly O'toole, Tirkiye, Reqqa, DYA
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de