10:34 20 Îlon 2017
Zindî
    Leşkerên hevpeymana navdewletî ya li dijî DAIŞê

    Herêma Kurdistanê li Washingtonê beşdarî civîna hevpeymana navdewletî dibe

    © AP Photo/ Mindaugas Kulbis
    Amerîka
    Lînkê kurt
    0 5720

    Hevpeymana navdewletî ya dijî DAIŞê îro li paytexta Amerîka, Washingtonê li hev dicive û di civînê de nûnerê Herêma Kurdistanê jî cih digire.

    Civîna hevpeymana navdewletî ya li dijî DAIŞê îro bi beşdarbûna 68 welatên endam ên NATO û rêxistinên navdewletî yên din, li paytexta Amerîkayê, Washingtonê tê lidarxistin û du rojan wê berdewam bike.

    Civîn li ser banga Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê tê lidarxistin û bi serpereştiya Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî şandeke hikûmeta Iraqê jî di civînê wê cih bigire. Her wiha li ser navê nûnertiya Herêma Kurdistanê jî Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê Fuad Husên beşdarî civînê dibe.

    Tê gotin ku di civînê de mijara şerê li dijî DAIŞê yê li Iraq û Sûriyeyê û alîkariya aborî û mirovî ya ji bo Iraqê û Herêma Kurdistanê wê were guftûgokirin.

    Bi heman mijarî:

    Şanda Hevpeymana Şîeyên Iraqê serdana Celal Telebanî kir
    Hevpeymana navdewletî li Sûriyeyê binesaziya cihên hatine valakirin îmha dikin
    Umman beşdarî Hevpeymana Îslamî ya Dijî Terorê bû
    HSD: Hevpeymana Navdewletî çekên pêşketî dane me
    Etîketan:
    civîn, hevpeymana navdewletî, Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê, Fuad Husên, Amerîka, Washington
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de