21:54 25 Îlon 2017
Zindî
    Donald Trump

    Trump tevlî Zîrweya NATO ya Brûkselê dibe

    © AP Photo/ Martinez Monsivais
    Amerîka
    Lînkê kurt
    0 1310

    Serokê Amerîkayê Donald Trump wê tevlî Zîrweya NATO ya ku di 25ê Gulanê de li paytextê Belçîkayê li Brûkselê tê lidarxistin bibe.

    Qesra Spî di daxuyaniya xwe ya nivîskî de ragihand ku Serokê Amerîkayê Trump wê tevlî zîrweyê bibe û hurgiliyên tevlîbûnê parvekirin.

    Qesra Spî di daxuyaniya xwe ya nivîskî de behsa girîngiya Zîrweya NATOyê kir û ragihand ku Serok Trump wê tevlî zîrweyê bibe û bi hemkarê xwe yê NATOyê re dê hevdîtinê pêk bîne. Trump wê bi hemkarê xwe re mijarên tifaqê û berpirsyariya tekoşîna dijterorê binirxîne.

    TRUMP Û STOLTENBERG DI 12Ê NÎSANÊ DE LI QESRA SPÎ HEVDÎTINEKÊ DIKIN

    Li gorî daxuyaniyê Donald Trump û Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg di 12ê Nîsanê de li Qesra Spî hevdîtinekê pêk tînin.

    Trump di kampanyayên xwe yên hilbijartinê de dewletên endamên NATOyê ji ber piştgirînedanê rexne dikirin û piştî hilbijartinê jî ev helwesta xwe dewam kir. Niha helwesta Trump a Zîrweya NATOyê ku wê li Brûkselê pêk were tê meraqkirin.

    Bi heman mijarî:

    Ji Trump bo senatoran: Em bi ser nekevin hûnê qoltixên xwe winda bikin
    Koşka Spî: Ti delîlên nepenî yên hevkariya Rûsya-Trump nînin
    Istixbarata DYAyê:Tu delîlên peywendiyên Trump û Rûsya de tune ne
    Almanyayê bersiva Trump da: Deynê NATOyê li me tine
    Trump: Pûtîn 'zilamekî dijwar e'
    Belgeyên ku Obama Trump guhdar kiriye pêşkeşî Kongreyê hat kirin
    Etîketan:
    Serokê Amerîkayê, Zîrweya NATOyê, Jens Stoltenberg, Donald Trump, Brûksel, Amerîka
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de