15:10 19 Mijdar 2017
Zindî
    Koreya Bakur bersiva Amerîkayê da

    Koreya Bakur: Em ji daxuyanîyên Amerîkayê natirsin

    © REUTERS/ KCNA
    Amerîka
    Lînkê kurt
    0 810

    Rêveberiya Pyongyang ragihand ku ew ji toleyên Amerîkayê yên li dijî bernameya nukleerî a Koreya Bakur û mudaxeleya leşkerî natirsin.

    Li gor nûçeya Ajansa Nûçeyan a Koreya Bakur (KCNA) ku spart berdevkekî Wezareta Derve yê navê xwe neda, rêveberiya Koreya Bakur ragihandiye ku ew ji toleyan û destwerdana leşkerî ya Amerîkayê bo welatê wan natirsin.

    Berdevkê Rêveberiya Koreya Bakur li ser daxuyaniyên Amerîkayê wiha axivî: "Hêza nukleerî ya Koreya Bakur şûrekî bi qîmet ê edaletê ye û ji bo parastina vê niştîmana me ya sosyalîst û canê hemwelatiyan gefa me ya bi ewle ya şer e."

    Wezîrê Karê Derve yê Amerîkayê Rex Tillerson ji bo Koreya Bakur gotibû, êdî sebra me ya stratejîk nemaye û li ser pirsa rojnamevanan bijardeya mudaxeleya leşkerî jî bilêv kiribû.

    Bi heman mijarî:

    Di balafira ketî de ti kesî jiyana xwe ji dest neda
    'Iraq bilindikirina ala Kurdistanê li Kerkûkê red dike'
    Li Meletiyê pevçûn: 2 kesan can da, 8 kes birîndar bûn
    Pîrozbahîyên Newrozê li Herêma Kurdistanê berdewam in
    Kurtulmuş: Dê Rûsya û Amerîka biryara xwe ji nû ve binirxînin
    Rûsya û Tirkiye wê şêwrê di mijara têkoşîna li dijî terorê de bikin
    Rûsya: Plana me ya avakirina baregeheke leşkerî li Efrînê tine ye
    Etîketan:
    Koreya Bakur: Em ji daxuyanîyên Amerîkayê natirsin, Koreya Bakur
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de