09:38 18 Tebax 2017
Zindî
    Donald Trump - Vladimir Pûtîn

    Trump: Pûtîn 'zilamekî dijwar e'

    © AFP 2017/ Odd Andersen, Jim Watson
    Amerîka
    Lînkê kurt
    0 1231

    Serokê DYAyê Donald Trump, Serokê Dewleta Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn wek 'zilamekî dijwar' bi nav kir.

    Serokê DYAyê Donald Trump bi Fox Newsê re axivî û jê hat xwestin ku hinek siyasetmedar û pîşesazan bi awayekî kurt bide nasîn. Gava dor hat ser Serokê Dewleta Rûsyayê Pûtîn, Trump wiha got: "Ez wî nanasim lê ew 'zilamekî dijwar' e".

    Pûtîn û Trump berî niha du caran bi telefonê axivîne ku ya yekê piştî hilbijartina DYAyê bû û ya din jî gava Trump bi awayekî fermî çû Qesra Spî.

    Herdû serok hîn rû bi rû hev nedîtiye lê ketibû rojevê ku herdû dê li bajarê Hamburgê yê Almanyayê meha Temûzê di lûteka Serokan a G20ê de bicivin. Berdevkê Kremlinê ragihandibû ku ihtimal heye, civîn berî Temûzê jî pêk were.

    Hêjayî gotinê ye ku Trump peyva "tough cookie" bi kar anîbû ku wergera herfî ya vê têgehê "kulîçeya hişk" e.

    Bi heman mijarî:

    Belgeyên ku Obama Trump guhdar kiriye pêşkeşî Kongreyê hat kirin
    Di civîna hevpar de Trump spasî li Almanya û Merkelê kir
    McDonaldsê tweeta ku tê de ji Trump re gotîbû ‘genî' jê bir
    Trump ji bo Koreya Bakur: Ev çend sal in hûn bi me re 'dilîzin'
    Qedexeya Trump a vîzeyan li Chicagoyê hat protestokirin
    Koşka Spî: Trump ji îdiayên 'guhdarkirinê' venegeriya ye
    'Erdogan piştî referandûmê bi Trump re dicive'
    Etîketan:
    Donald Trump, Dmitriy Peskov, Vladîmîr Pûtîn, DYA, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de