21:26 27 Adar 2017
Zindî
    Donald Trump û Barack Obama

    Belgeyên ku Obama Trump guhdar kiriye pêşkeşî Kongreyê hat kirin

    © AFP 2017/ JIM WATSON
    Amerîka
    Lînkê kurt
    0 830

    Hate ragihandin ku Wezareta Dadê yê Amerîkayê belgeyên ku piştgiriya îdiayên guhdar kirina telefonên Donald Trump ji aliyê Serokê berê yê Amerîkayê Barack Obama pêşkeşî Kongreyê kiriye.

    Berdevkê Wezareta Dadê Sarah Isgur Flores daxuyand ku belgeyan şandine Komîteya Îstîxbaratê ya Senetoyê û Meclîsa Nûneran.

    Flores, destnîşan kir ku Wezareta Dadê belgeyên ku Seneto û Meclîsa Nûneran derbarê guhdar kirinê di dema hilbijartina serokatiyê de hatiye kirin radestî wan kirine.

    Televizyona CNNê jî ku zanyariyên xwe sipart rayedarekî ku navê wî nehat eşkerekirin, gotiye belgeyên ku Wezaretê ji bo Kongreyê şandiye îdiayên guhdar kirine piştrast nake.

    Serokê Amerîkayê Trump îdia kiribû ku Obama di pêvajoya hilbijartinê de telefonê wî guhdar kiriye.

    Bi heman mijarî:

    Trump ji bo Koreya Bakur: Ev çend sal in hûn bi me re 'dilîzin'
    Qedexeya Trump a vîzeyan li Chicagoyê hat protestokirin
    Koşka Spî: Trump ji îdiayên 'guhdarkirinê' venegeriya ye
    'Erdogan piştî referandûmê bi Trump re dicive'
    Senatoya Amerîkayê îdiayên Trump ên guhdarîkirinê red kir
    McDonaldsê twîta ku heqaret li Trump hatibû kirin jê bir
    Etîketan:
    guhdarkirin, pêşkeş, îdia, belge, Donald Trump, Barack Obama, Amerîka
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de