04:10 28 Gulan 2017
Zindî
    Donald Trump

    Ji bo temyîza rawestandina qedexeya vîzeyê gava ewil hat avêtin

    © AP Photo/ Alex Brandon
    Amerîka
    Lînkê kurt
    0 130

    Ji bo serlêdana temyîzê ya biryarnameya qedexeya vîzeyê ku dadgerên federalî yên eyaletên Hawayî û Marylandê yên Amerîkayê rawestandibû, gava ewil hat avêtin.

    Parêzerên Wezareta Dadê ya Amerîkayê diyar kirin ku wan belge û nivîsên pêwîst pêşkeşî dadgeha Marylandê kirine û tê çaverêkirin li demeke nêzîk nameya temyîzê ya wezaretê jî ji dadgehê re were pêşkeşkirin.

    Hat ragihandin ku dê prosesa temyîzê li Dadgeha Herêma 4an a Temyîzê were nirxandin.

    Biryarnameya qedexeya vîzeyê ya ji bo çend welatên misilman ku 6ê Adarê ji aliyê Serokê Amerîkayê Donald Trump ve hatibû îmzekirin, berî rawestandina biryarê ji aliyê dadgerên Hawayî û Marylandê ve dihat pêşbînîkirin ku 16ê Adarê bikeve meriyetê.

    Bi heman mijarî:

    Helîkopterên Rûsî li Palmîrayê hêza xwe nîşan dan
    Ji Barzanî bo Newşîrwan Mistefa peyama sersaxiyê
    Di civîna hevpar de Trump spasî li Almanya û Merkelê kir
    Dumaya Rûsî ferman da ku hin dezgehên medya Amerîkî û Ewropî werin kontrolkirin
    Li Amedê peykerê Ahmed Arîf hat rûxandin
    Laptopekî aydî Servîsa Nepen a Amerîkayê hat dizîn
    Portreya navdar a Mao Zedong derdikeve mezadê
    Etîketan:
    Amerîka
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de